Çalakgerên greva birçîbûnê nameyek radestî NY‘yê kirin

Çalakgerên greva birçîbûnê ya bajarê Qamişlo têkildarî rewşa kirîrîk a Hevseroka KCD û Parlamantera HDP‘ê ya Colemêrgê Leyla Guven û binpêkirinên dewletaTirkiyê li Efrînê û herêmên dagirkirî nameyek pêşkêşî NY‘yê kirin.

Çalakgerên greva birçîbûnê nameyek radestî NY‘yê kirin
30 ÇILE, 2019   17:39

QAMIŞLO

Greva birçîbûnê ya şêniyên Qamişlo ku ji aliyê Kongreya Star ve ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven beriya sê rojan ji ber avahiya Komîseriya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Di a roja sêyemîn 80 kes ji bajarê Qamişlo tev li grevê bibûn. Çalakgeran dirûşmeyên "Em berxwedana girtîgehan silav dikin, Em berxwedana Leyla Guven silav dikin, berxwedan jiyan e, bê serok jiyan nabe" berz dikirin.

Komîteya amadekar a greva birçîbûnê der barê rewşa tenduristiyê ya xeter a Leyla Guven û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî kir.

Herî dawî çalakgeran ku elekên wêneyên Ocalan û Leyla Guven li xwe kirbûn li ber avahiya Komîseriya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekûbyî kom bûn û nameyek ku balê dikşîne li ser rewşa xeter ya Leyla Guven û sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên Sûriyê radestî NY‘yê kirin xwendin.

Name ji aliyê rêvebera Kongreya Star ve hate xwendin.

Di nameyê de ev tişt têne gotin;

Ji bo Komîseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî;

Ji konê çalakiyê, em vê nameyê ji we re dişînin, da ku fikarên xwe li ser xeteriya domdar a binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve li Ezaz, Bab, Cerablus û Efrînê bînin ziman. Dagirkeriya Tirkiyê bi rêbazên ne mirovî û ne wijdanî hemû qanûn û pîvanên navdewletî bin pê dike. Darên zeytûnan dibirin, zeviyan dişewitînin, kiryarên dizî û talankirina deverên dîrokî wekî Endarayê û revan û kuştina silavan pêk tînin. Binpêkirinên dagirkeran li pêşiya çavê her kesî tê kirin li heta niha ji aliyê rêxistinên hiqûqî û mirovî ve ti helwest derneketiye.

Li aliyekî din jî hejmarek mezin ji parlamanter û kesên sivîlên ku ji bo doza Kurdî dixebite bi henceta terorîst in girtine. Ji ber dewleta Tirk dewleteke dîktator e, hebûna pêkhateyên din ku bi çand û zimanê xwe bijîn qebûl nake, bi vê yekê hemû mafên mirovan binpê dike. Dewleta Tirk ku dibêje ew endamekî Yekîtiya Ewropayê ye û rêz ji peyamên navdewletî yên mafê mirovan digre, lê kiryarên wê berevajî vê yekê nîşan dide.

Greva birçîbûnê ji pêşketintirîn wesîleyên têkoşîna aştiyane ye ku girtî ji bo azadiya mirovahiyê û protestokirina nêzîkatiyên ne baş demeşînin. Di pîvanên navdewletî de jî mînaka hevpeyamana Malta û ya Tokwyoyê hewldanên zextê li ser girtiyan û neçarkirina wan ku ji biryarên xwe paş de vekirin têne bi bîrxistin, lê Tirkiyê hemû peyvanên navdewletî derbas dike.

Li ser vê yekê bi pêşengtiya Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan Leyla Guven û hevalên wê di girtîgehên dewleta Tirk de bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate ragihandin.

Ev sê sal in serdana malbat û parêzaeran hatiye qedexekirin. Tecrîdkirina girtiyan li dijî pîvanên mirovî ne. Ji bo şkandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Parlamanter Leyla Guven piştî hate berdan jî greva birçîbûnê ku ketiya 74 an didome. Her wiha gelek sivîlên din ku ji bo çareserkirina doza Kurdî tê dikoşin ketine grevê û tenduristiya wan di xeteriyê de ye, bi taybet rewşa Parlamanter Leyla Guven.

Ji bin vî konî û bi navê hemû beşdaran em bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji sûcên dagirkeriya Tirkiyê erka xwe pêk bînin. Ji ber bêdengiya ji binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê ku qanûnên navdewletî derbas dike, encamên wê xeter li ser asta navdewletî bi xwe re bîne û cîhanê bi pîvan, nirx û dirûşmeyên mafê mirovan bê bawerî dihêle."

ANHA