Jinên Reqayê piştgirî dan greva birçîbûnê ya Tebaqayê

Bi sedan jinên bajarê Reqayê serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya şêniyên Tebqayê kirin.

Jinên Reqayê piştgirî dan greva birçîbûnê ya Tebaqayê
30 ÇILE, 2019   16:30

TEBQA

Çalakiya greva birçîbûnê ya şêniyênTebqayê ku bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna ji bo Leyla Guven ku ev 84‘an ji bo rakirina tecrîdê di greva biçîbûnê de ye di roja 4‘emîn de didome.

Îro bi dehan jinên di nava saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Reqayê de dixebitin, tevî bi dehan jinên bajarê Tebqayê serdana çalakgeran kirin.

Jinên sembolên serkeftinê û dirûşmeyên "Jinên Firatê serî natewînin" derbasî avahiya Meclisa Mablatên Şehîdan a Tebqayê bûn ku cihê çalakiyên grevê ye û ji aliyê çalakgeran ve hatin pêşwazîkirin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hena El-Xelef axivî û berxwedana jinên Tebqayê silav kir, her wiha kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin û wekî "Celadê serdemê" bi nav kir.

El-Xelef bi navê jinên herêma Reqayê Hena piştgiriya jinên Reqayê bi berwedana girtiyan û têkoşer Leyla Guven anî ziman û got "Wekî jinên Reqayê em dengê xwe didin dengê berxwedêran, didin dengê têkoşer Leyla Guven û dibêjin em bi we re heta armancên wê pêk werin."

Rêvebira Rêveberiya Jin a Reqayê Zuleyxa Ebdî jî axivî û berxwedana Leyla Guven silav kir û got, Leyal guven sembola jina azad e, bi greva birçîbûnê li hemberî zihniyeta rêjîma Tirkiyê ya faşît disekine.

Zuleyxa Ebdî teqez kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li rex berxwedêr Leyle Guven bin heta daxwazên wê yên azadiya gelan bi cih werin.

Piştî axaftinan, fîlmek li ser têkoşîna Leyla Guven û çalakiya wî, her wiha sûcên dewleta Tirkiyê li dijî girtiyan hate pêşandan.

(dh)

ANHA