Di panela Kobanê de berdevkê YPG`ê behsa herêma ewle dike

Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mhemûd got, ji bo avakirina herêma ewle pêwîste aliyek sêyemîn hebe, ew jî NY`î ye  ku çavdêriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û rê li ger zêdegaviyên Tirkiyê bigire.

Di panela Kobanê de berdevkê YPG`ê behsa herêma ewle dike
Di panela Kobanê de berdevkê YPG`ê behsa herêma ewle dike
Di panela Kobanê de berdevkê YPG`ê behsa herêma ewle dike
30 ÇILE, 2019   15:53

KOBANÊ

Bi dirûşmeya `Pêşeroja Bakurê Sûriyê û asoyên çareseriya Sûrî` panelek li  navenda Çand û Hunerê ya  Baqî Xido ya bajarê Kobanê hate lidarxistin. Panel ji aliyê Berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd û akademîsyan û lêkolînerê aborî Çeleng Umer ve hate bi rêveberin.

Bi sedan endamên partiyên siyasî yên kantonê, rewşenbîr û şêniyên bajêr tev li panelê bûn.

Di destpêkê de Nûrî Mehmûd behsa mijara herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û destnîşan kir, li gorî qanûnên navdewletî girêdayî herêmê divê aliyek sêyemîn hebe ew jî NY`yê ye. Mîna ku li Silovakya, Kosovo û Kêwêtê pêk hatiye.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku yên Efrînê û herêmên Bakurê Sûriyê dagir kirine û komkujî pêk anîne, nabe ku herêma ewle biparêzin. Di vir de Nûrî Mehmûd îşaret bi dewleta Tirk kir.

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku Rûsya bi rêya propogendeya rêkeftina Edeneyê hewl dide şerek di navbera endamên NATO`yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yanî di navbera Tirkiyê û Hêzên Koalîsyona Navdewletî derbixe. Nûrî Mehmûd wiha domand: "Rêkeftina Edene beriya aloziya Sûriyê hate mohrkirin, wê demê destûra Sûriyê destûrek baasî bû û nêrîna pêkhateyên wê nehatibû girtin. Yanî di bingeh de ev rêkeftin ne rewa ye. Rewşa heyî jî ji rewşa salên ku rêkeftin hatiye mohrkirin cuda ye."

Ji aliyê xwe ve Çeleng Umer behsa rewşa aborî û berhemên binerd ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha li ser teşeya têkîliya aborî di navbera aliyên nakok ên Sûriyî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de axivî.

Panel du saetan dom kir. Di dawiya panelê de deriyê nîqaş ji beşdaran re hate vekirin.

Beriya çend rojan li bajarê Minbicê ji hêla endamên MSD`ê ve bi heman mijarê panelek hatibû li darxistin.

(şx)

ANHA