Şêniyên Hesekê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn

Şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmekê 52 şehîdên meha Çileyê li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê bi bîr anîn.

Şêniyên Hesekê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
Şêniyên Hesekê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn
30 ÇILE, 2019   13:45

HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê, gundewarên wê û malbatên şehîdan bi merasîmekê 52 şehîdên meha Çileyê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Ezîza Hesen axivî û wiha got: “Em bi rêzdarî 52 şehîdên xwe bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê heta serkeftinê şopdarên rêya wan bin."

Her wiha bi navê Hêzên Leşkerî fermandar Ziyab Hesekê axivî û destnîşan kir ku ew ê armancên şehîdên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, pêk bînin.

Paşê navên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin. Merasîma bîranînê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx/bm)

ANHA