Li Lubnanê dagirkirina Efrînê şermezar kirin

Gelê Kurd ê li Lubananê bi armanca şermezarkirina dagirkirina Efrînê, destekdayîna bi çalakiya Leyla Guven re û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek li dar xistin.

Li Lubnanê dagirkirina Efrînê şermezar kirin
30 ÇILE, 2019   14:02

LUBNAN

Civîn ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Belbek a Lubnanê hat lidarxistin. Bi dehan Kurdên li Lubnanê tevlî civînê bûn. Li cihê civînê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin daleqandin.

Di civînê de ji yek ji rêveberên TEV-DEM`ê li Lubnanê Şervîn Cûdî axivî û hemû şehîd û şêniyên ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê I ber xwe dan, silav kir.

Şervîn destnîşan kir ku Berxwedana Serdemê di dîroka gelê Kurd û gelê Bakurê Sûriyê de li dijî dewleta Tirk a dagirker, berxwedaneke dîrokî ye.

Şervîn Cûdî diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava YPJ`ê de hebûna xwe teqez kir, bi şervanên QSD`ê û YPG`ê re ji bo parastina destkefiyên şoreşa Rojava kir.

Şervîn destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven çalakiyek pîroz e her wiha diyar kir ku ew ê heta rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd destekê bidin çalakiya wê.

Civîn bi drşûmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana zindanan, bi dawî bû.

(bx/bm)

ANHA