Mamosteyên Reqayê di betlaneya nîvê salê de ketin dewreya perwerdeyê

Di betlaneya nîvê salê de Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê dewreyeke perwerdeyê ji 825 mamosteyan re vekir û piştî dayîna waneyên têkildarî pedagojî û materyalan, dewre bi dawî bû.

Mamosteyên Reqayê di betlaneya nîvê salê de ketin dewreya perwerdeyê
Mamosteyên Reqayê di betlaneya nîvê salê de ketin dewreya perwerdeyê
30 ÇILE, 2019   13:42

REQA

Bi armanca pêşxistina kadroyên perwerdeyê li dibistanan û perwerdeya li ser materyalan, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê di betlaneya nîvê salê de dewreyeke perwerdeyê ji mamosteyên Reqa û gundên wê re vekir.

Dewre li 6 navendan hate vekirin, 825 mamoste tev li dewreyê bûn û 15 rojan dewam kir. Di dewreyê de li ser pedagojî û materyalan perwerde hate dayîn.

Endama rêveberiya dibistanan a Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê Nehle Îsmaîl ji ajansa me re wiha got: "Armanc ji vê dewreyê ew e ku mamoste di aliyê pîşeyî de xwe bi pêş bixin. Me planek ji werza (serdem) duyemîn re danî da ku kêmasiyên di werza yekemîn de derketin, neyên dubarekirin.”

ANHA