Şêniyên Şedadê şehîdên xwe oxir kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên 6 şervanên QSD`ê li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kirin.

Şêniyên Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdên xwe oxir kirin
30 ÇILE, 2019   12:43

HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên şervanên QSD`ê Hirêsan Ehmed (Hirêsan), Macid Hilû (Şêrgo), Hisên El-Helû (Wedî El-Hedadiye), Îbrahîm Siwêlih (Remedan), Îbrahîm Siwêlih (Cafer Şedadê) û Dafir El-Elî (Ramiz) ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha Hêzên Erka Xweparastinê toreneke leşkerî li dar xist. Paşê endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Nicûm destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina xaka welat ji zilma çeteyên DAIŞ`ê û jiyana azad, şehîd canê xwe feda dikin. Nicûm diyar kir ku bi saya têkoşîna şehîdan bi hezaran şêniyên Dêrazorê ji çeteyan hatin rizgrkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek Saziya Malbatên Şehîdan amade ne ku her tiştî giranbuha bikin qurban da ku herêmên me werin rizgarkirin."

Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Zehra Ebîd ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyên her 6 şehîdan di nava dirûşmeyan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA