Malbatên şehîdan piştgirî da serhildana gelê Başûr

Malbatên şehîdan ên bajarên kantona Qamişlo piştgiriya xwe ji bo serhildana gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya Tirk anî ziman û girtina çalakvanan şermezar kir.

Malbatên şehîdan piştgirî da serhildana gelê Başûr
Malbatên şehîdan piştgirî da serhildana gelê Başûr
Malbatên şehîdan piştgirî da serhildana gelê Başûr
Malbatên şehîdan piştgirî da serhildana gelê Başûr
30 ÇILE, 2019   12:49

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo û navçeyên Dêrik, Tirbespiyê, Til hemîs û Girkê Legê der barê serhildana gel a li dijî kiriyarên artêşa Tirk de ya li Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan.

Malbatên Şehîdan li pêşiya meclisa xwe li bajarê Dêrikê kom bûn û daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin û piştgiriya xwe bi serhildana gel li Başûrê Kurdistanê re nîşan da. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ehmed ve hate xwendin.

Li bajarê Qamişlo jî bi beşdarbûna endamên Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Meclisê Semîra Xelîl ve hate xwendin.

Li Tirbespiyê malbatên şehîdan li pêşiya navenda xwe ya li navçeyê kom bûn û daxuyanî ji aliyê endama rêveberiyê saziyê Mihemed Zekî Îbrahîm ve hate xwendin.

Li navçeya Til Hemîs jî daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ehmed El-Ebawî ve hate xwendin.

Daxuyaniya ku hatiye dayîn, wiha ye:

"Di demekê de ku tevgera Kurd birîna xwe ya dîrokî derman dike û dest bi sererastkirina mala Kurd ji hundir û parastina destkeftiyên şoreşa gelê me li hemû Kurdistan û Rojava bi taybet dike, da ku gotina Kurdan hebe, lê hêzên serdest û berjewendiyên wan bûn bend û dîwar li pêşiya serkeftina vîna Kurdan.

Piştî 7 salan, Tirkiyê hemû derfetên xwe yên madî û manewî li dijî pêşketinên gelên Kurdistanê bi kar anîn, Erdogan gef xwarin da ku parçeyên din ên welatê me û taybet Başûrê Kurdistanê ku niha bûye dika artêşa Tirk û çeteyên wê, dagir bike.

Em wek malbatên şehîdan li Rojava û Bakurê Sûriyê piştgiriya têkoşîna gelê xwe li dijî Tirkiyê dikin, hebûna Tirkiyê guhertina demokrafîk ji welatê me re çêdike, em ji gelê xwe û malbatên şehîdan ên Başûrê Kurdistanê û bi taybet malbatên şehîdên serhildana Şêladizê re dibêjin em bi we re ne û lehengî û berxwedana we dibînin, em ji serhildana gelê xwe li dijî zilm û desthilatdariya hundirîn re dibêjin erê û erê ji yekitiya neteweyî re.

Tevgera gelê me li Başûrê Kurdistanê ku bû serhildana li dijî faşîzma AKP`ê bijî û bijî avakirina kongreya neteweyî ya Kurdistanê."

(jo)

ANHA