Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê çalakiyên werzîşê bi pêş dixe

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Minbicê li gel ciwanan dest bi xebatên kifşkirina şarezahî û şiyanên zarokan ên werzîşê kir. Komîteyê bi armanca geşkirin û pêşxistina warê werzîşê dest bi xebatên xwe kir.

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê çalakiyên werzîşê bi pêş dixe
30 ÇILE, 2019   08:35

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Bi armanca geşkirina afirîneriyên werzîşî yên bajarê Minbicê, Komîteya Werzîş û Ciwanan bi hevkariya rêveberiyên dibistanan dest bi vedîtina xwestekên werzîşî li gel zarokan kir.

Hewldana komîteyê wek însiyatîfekê ye ji bo ku ji nû ve tîmên werzîşê yên girêdayî komîteyê geş bike û desteka warê werzîşê li bajêr bike. Komîteyan ji bo vî karî komek di warê werzîşê de xwedî tecrube diyar kiriye û ji lîstikvanên berê, endamên tîmên Minbicê pêk tê. Her yek li gorî pisporiya xwe çalakiyên werzîşê yên cuda dişopîne.

Li gorî komîteyê kesên ku têne hilbijartin di pêşerojê de li hember komîteyekê ku ji werzîşvanan pêk tê, dê di ezmûnan re derbas bibin.

Ji ber ku fotbol zemîneke xwe yê civakî heye, komîteyê dest bi hilbijartina xwendekarên xwestekên wan heye kir da ku tîmeke zarokan ava bike û wan bigihîne astên bilind. Tevî wê jî endamên komîteyê yên werzîşê yên cuda dest bi veqetandina şarezahiyan di warên werzîşên bedenî, lîstokên hêzê, basketbol, lîstokên şerkirinê û voleybolê de kiriye.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Werzîş û Ciwanan Îsmaîl El-Şerîf destnîşan kir ku ew hewl didin rê li pêşiya ciwanên xwedî afirînerî vekin da ku wan perwerde bikin û bigihînin astên bilind.

Îsmaîl El-Şerîf wiha got: "Bi destpêkirina turneveya dibistanên Minbicê yên seretayî beriya çend rojan, me dest bi veqetandina şiyan û şarezahiyan kir. Xebatên me dê berdewam bin heya ku em bigihîjin hejmara herî mezin a şarezahiyan. Xebata me ji bo geşkirin û pêşxistina warê werzîşê tê."

Di hefteya borî de Komîteya Ciwan û Werzîşê turnuveya dibistanan a fotbolê bi tevlêbûna 30 tîman ji dibistanên seretayî ya Minbicê dest pê kiribû. Çalakiyên komîteyê hîn jî berdewam in.

(şx/bm)

ANHA