Li Reqayê projeyên jinên ciwan

Jinên ciwan bi rêya xwe birêxistin û tevlêbûna tevahî waran  hewl da rola xwe di civakê de pêş bixin, piştî çend salan ji bêparhiştinê. Her wiha hewl didin gelek projeyn pêk bîne.

Li Reqayê projeyên jinên ciwan
30 ÇILE, 2019   08:12

RÛBA EL-ELÎ / REQA

Çeteyên DAIŞ`ê di dema dagirkirina Reqayê de, di civakê de rolê jinan winda kiribû. Lê piştî rizgarkirinê, jinan xwe bi rêxistin kir, bi taybet jî jinên ciwan ên ku herî zêde rastî binpêkirinên DAIŞ’ê hatin.

Di 15`ê Cotmeha 2017`an de li herêma El-Hikumiyê navenda çalakiyên ciwanan hate vekirin. Destpêkê pir kesan bi sedema tirsa şêniyan ku çeteyan di nav gel de belav kiribû, bi taybet jî jinên ciwan berê xwe neda navendê.

Navendê bi panel û semîneran rola pêşeng a jinên ciwan bi wan da nasîn. Piştî ku bajarê Reqayê hat rizgarkirin, di 30’ê Kanûna 2017`an navend veguhezî bajêr. Piştre gelek jinên ciwan tev li navendê bûn. Hejmara endaman gihîşt 58’an û yekser bûn endamên Yekitiya Jinên Ciwan.

Di navendê de komîteyên werzîş, voleybol, çand û hunerê û navendeke taybet ji bo hemşîretiyê, vekirina dewreyên refa nehemîn û amedehiyê yên taybet bi jinên ciwan û vekirina 12 refên xwendinê, hene.

Girêdayî mijarê endama Rêveber a Komîteya Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanan a Reqayê Rehşan Xelîl axivî û wiha got: "Jinên ciwan ji ber hişmenidya mêrdestiyê rastî tepeserkirinê hatine.”

Rehşan bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo mafên jinan û wiha pê de çû: “Em niha ji bo bi destxistina mafên  jinên ciwan kar dikin. Em perwerde û semînerên ji bo pêşîgirtina li zewaca di temenê biçûk û perwerdekirina civakê didin.”

Girêdayî planên pêşerojê Rehşan Xelîl wiha got: "Em ê ji bo avakirina meclis û komînên taybet ji bo jinên ciwan, vekirina dewreyên bi zimanê kurdî, îngilîzî û vekirina akademiya jinên ciwan kar bikin."

(dh/bm)

ANHA