ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-01-2019
30 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Komîteya girêdayî KNK-Rojava serdana buroya Partiya Kombûna Kurdistanê, Yekitiya Niştimanî ya Azad a bajarê Qamişlo dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya şêniyên bajarê Qamişlo ya bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven ya li taxa Siyahî di roja sêyemîn de bi dawî dibe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gund û bajarê Hesekê bi merasîmekê şehîdên meha Çileyê li Goristanê Şehîd Dijwar bi bîr tînin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşmeya "Pêşeroja Bakurê Sûriyê û asoyên çareserkirinê" bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr û kesayetên siyasî paneleke li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê lidarxistin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Babê bi hemû pêkhateyên wê bi armanca ku xwe bi rêve bibin û pêşî li binpêkirên leşker û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê bigirin kombûneke sivîl bi navê "Kombûna Malbatên Bajarê Babê" ava kirin û rêziknameya wê danîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tacedîn û Sîracedîn El-Ebû mîna bi hezaran zarokên Sûriyê di encama şerê li Sûriyê rû dide, çêja tehl a koçberiyê tam kirine. Her du zarok bi rêya helbestên xwe şewq û bêrîkirina warê xwe rave dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên kantona Şehbayê avakirina "Herêmeke bi ewle" bi çavdêriya Tirkiyê li Bakurê Sûriyeyê red kirin û gotin: Gelo ma herêmên ku Tirkiyê dagirkirine bi ewle ne, heta Tirkiyê were daxwaza çavdêriya herêma bi ewle bike. Rûspiyan teqez kirin ku ew amade ne herêmên xwe ji dagirkeran biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-143 hezar koçberên li bajarê Minbicê ditirsin ku ger artêşa Tirk a dagirker êrîş bike, wê careke din koçber bibin. Koçberan da zanîn ku armanca dewleta Tirk têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Xiyas Neîse destnîşan kir ku Rûsya girêdayî niyetên Tirkiyê li hember Bakurê Sûriyê çareyek xerab pêşkêşî Tirkiyê kir û rêkeftina Adanayê anî bîra wê. Xiyas Neîse diyar kir ku rewşa Sûriyê guhêrbar e û bi awayek bi lez ji qonaxekî derbasî qonaxa din dibe. Xiyas Neîse teqez kir ku çareseriya Sûriyê di bicihannîna nenavendîbyîna demokratîk de pêkan e. (BI WÊNE).

JIN

- Jinên Efrînê yên li kampên li Şehbayê tecrîda li ser Rêvebrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji rêxistinên mafên mirovan xwestin ku binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê bisekinîn û gotin" Em ê çalakiyên xwe ji bo rakirina ji ser Rêberê xwe bidomînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).  

-Jinên ciwan ên bajarê Reqeyê ku bi salan ji mafên xwe bêpar hatibûn hiştin, rêxistinbûyîna xwe pêş dixin û di hemû qadên civakê de cih digirin. Her wiha ji bo pêşerojê plansazî danîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekîtiya Rewşenbîrên taxa Şêxmeqsûd a Helebê li Dibistana Şehîhd Alan Mihemed a beşê rojhilatê taxê pêşengeheke şêwekariyê û fîlimekî ku balê dikşîne li ser berxwedana Efrînê û binpêkirinên hêzên dagirker pêşkêş dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê civîneke berfiheh ji bo nirxandina rewşa siyasî û rola ciwanan di vê pêvajoyê de li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Minbicê ji bo pêşxistina afrînerên werzîşê li gel ciwan û zarokan dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rewşa aborî ya piraniya malbatên ku endamek an jî zêdetir astengdar in, di bin xeta xizantiyê de ye. Ew jî bi xwe re barên malbatê giran dike, malbat ji ber nepeydabûna qûta rojane, nikarin zarên xwe yên astengdar derman bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA