Endamê ragihandina QSD‘ê Ismaîl hate bi bîranîn

Rojnamegerên bajarê Reqayê endamê ragihandinê yê Hêzên Sûriye Demokratîk şehîd Ismaîl Xelîl di salvegera yekemîn a şehadeta wî de bi bîr anîn. Şehîd Ismaîl dema operasyona rakirina mayînên çeteyên DAIŞ li dibistana Ebî Temam dişopand şehîd bû.

Endamê ragihandina QSD‘ê Ismaîl hate bi bîranîn
Endamê ragihandina QSD‘ê Ismaîl hate bi bîranîn
Endamê ragihandina QSD‘ê Ismaîl hate bi bîranîn
Endamê ragihandina QSD‘ê Ismaîl hate bi bîranîn
Endamê ragihandina QSD‘ê Ismaîl hate bi bîranîn
Endamê ragihandina QSD‘ê Ismaîl hate bi bîranîn
29 ÇILE, 2019   15:30

REQA

Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta endamê ragihandina QSD`ê Ismaîl Xelîl, Buroya ragihandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê merasîma bîranînê di dibistana Ebî Temam de orgenîze kir. Bi dehan ji rojnamegerên Reqayê di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê ragihandina QSD`ê Ehmed El-Hesen axivî û got: "Dibistana Ebî Temam şahidê rasteqînî ya fedekariya şehîd Ismaîl e. Şehîd Ismaîl dema bi erka xwe radibû û xebatên tîmên bêbandorkirina mayînên ku DAIŞ`ê li herêmê çandibûn, dişopand şehîd bû."

Ji aliyê xwe ve bi navê Buroya Astengdaran a Meclisa Sivîl a Reqayê Îsa El-Ehmed axivî û got: "Li bajarê Reqayê îro û her roj em şehîdan oxir dikin û em di dayîna şehîdên ku rêya serkeftinê ji me re xêz kirine de berdewam in. Îro em şehîd Ismaîl Xelîl bi bîr tînin û ew ê hertim di bîra me de be."

Kurtejiyana şehîd Ismaîl Xelîl

Ismaîl Xelîl kurê Colanê li bajarê Reqayê bi cih bûbû. Dermansaz bû û di karê xwe de ji hêla çeteyên DAI`Ş`ê ve rastî gelek astengiyan hatiye û bûye şahidê gelek binpêkirinên wan.

Ji roja yekemîn a rizgarkirinê ve li ser destê QSD`ê, wek endamên ragihandinê tev li QSD`ê dibe û pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê heta rizgarkirina tevahiya bajêr şopand.

Şehîd Ismaîl bi nasnav Ebû El-Sibaa El-Colanî di sala 1982`yan de li bajarê El-Qinêtire ji dayîk bûye. Tevî malbata xwe li Reqayê bi cih bûye. Di 1-8-2017`an de tev li QSD`ê dibe û di 29-1-2018`an  de dema rizgarkirina dibistanekê bajarê Reqayê dişopand di encama teqîna mayînekê de şehîd dikeve.

(şx)

ANHA