Şêniyên Sirînê ji bo Leyla Guven meşiyan

Bi sedan şêniyên herêma Sirînê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven bi dirûşmeya `Li ser rêgeza Leyla Guven li ber xwe bidin û Serok Ocalan azad bikin` meşiyan.

Şêniyên Sirînê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Sirînê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Sirînê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Sirînê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Sirînê ji bo Leyla Guven meşiyan
29 ÇILE, 2019   15:42

KOBANÊ

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Kongreya Star de ji bo piştgiriya berxwedana hevseroka KCD‘ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 83 rojin n di greva birçîbûnê de ye, bi sedan şêniyên herêma Sirînê meşiyan.

Şêniyên herêma Sirînê û navçeya Celebiyê û Bilek li ber navenda Şaredariya Gel a Sirînê kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û pankartên bi nivîsên `Li ser rêgeza Leyla Guven li ber xwe bidin û Ocalan azad bikin`, `Dengê Leyla Guven dengê me ye` hildan.

Meş ji ber navenda Şaredariya Gel destpê kir. Şêniyan sloganên slavkirina berxwedana Leyla Guven û şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin. Girseya gel di kolana sereke de ber bi qada Şehîdan ve meşiyan. Meş li ber qadê rawestî û veguherî mitîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin endama Kongreya Star a Sirînê Emel Mistefa axivî û got: "Brexwedana Leyla Guven mînaka herî mezin a rola jin a pêşeng di têkoşîna rizgarkirina Ocalan de ye. bi saya Ocalan wek jin em li vir sekinîn û me nûnertiya xwe kir. Em ê zihniyeta mêrdestiyê û desthilatdarî ku civaka me tarî kir ji holê rakin."

Emel destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk wê negihêje armancên xwe. Her wiha piştgiriya xwe bi berxwedana Leyla Guven re anî ziman.

Ji aliyê xwe ve endama koordînasyona Kongreya Star a Kobanê Nîroz Cuma diyar kir ku armanca wan ji çalakiyan azadiya Ocalan e û ev tişt anî ziman " Dewleta Tirk hewl dide bi şêwazan hemûyan serfiraziyên xwe yên Osmanî ji nû ve vegerîne. Lê bi hevgirtina gelên herêmê û bi vîna wan a azad wê planên Tirkiyê têk biçin."

Hevserokê Meclisa herêma Sirînê Mihemed Selmo axivî û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku girtiyên li girtîgehên Tirkiyê rizgar bikin û hewl bidin Ocalan serbest berdin.

(şx)

ANHA