Rûspiyên Mensûrayê: Hemleya ewlehiyê jiyan ji nû ve asayî kir

Rûspiyên eşîrên El-Mensûra li gundên rojhilatê Tebqayê teqez kir ku rûdanên ku li bajarok pêk hatin, li pişt wê hêzên tarî disekinin da ku ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibin û fitneyê bixin nava gel.

Rûspiyên Mensûrayê: Hemleya ewlehiyê jiyan ji nû ve asayî kir
29 ÇILE, 2019   13:22

TEBQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên QSD’ê ji bo ewlehiya bajarokê Mensûrayê pêngava paqijkirinê li dijî şaneyan dabû destpêkirin. Der barê mijarê de rûspiyên eşîrên herêmê girîngiya paqijkirina bajarok ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên Tirkiyê ku bi rêya hin xêrnexwazan xwe gihandin herêmê ku fitneyê bixin nava gel û zextê li ser çeteyên DAIŞ`ê di xendeka dawîn a di pêngava Şerê Tunekirina Terorê kêm bike, teqez kir.

Ebdullah El-Mudehî yek ji rûspiyên eşîra El-Begara li bajarokê Mensûra teqez kir ku rûdana li bajarok ji xerabkirinê pêk hat tu têkiliya xwe bi kuştina yek ji şêniyên ji eşîran tune ye, ew kes bi şaşî li ser bendên ewlehiyê hate kuştin. El-Mudehî da zanîn ku xêrnexwazan ev bûyer ji xwe re kir firsend da ku gel li dijî hêzên ewlehiyê hêrs bikin û ewlehiyê têk bibin.

Li ser hemleya ewlekariyê Ebdullah El-Mudehî wiha got: "Hemleya ewlehiyê dereng ma, gelek endamên DAIŞ`ê ketin herêmê, divê ewlehî hîn xurt bike da ku ev kes xerabiyê pêk neyne."

El-Mudehî teqez kir ku hemleya ewlehiyê gelek armanc bi ser xistin û di nav de gelek kesên ku dixwestin xerabiyê bikin, girtin.

Li aliyekî din jî Ebdilletîf El-Mihemed El-Ferec yek ji rûspiyên qebîla El-Weldê li Mensûrayê diyar kir ku hemû gotegotên ku dezgehên çapemeniyê li ser rûdanên Mensûrayê dibêjin derew in.

El-Ferec teqez kir ku hemû gotegot ji bo ku fitneyan di nava gelê herêmê de derxin û xerabiyê bixin nava gel.

Her wiha El-Ferec diyar kir ku di dirûşmeyên ku xêrnexwazan bilind kirin de mijara kuştina wê kesî bû, lê dirûşme yên siyasî bûn wekî nivîsandibûn mirin a Amerîka û Îsraîlê ye û hin dirûşmeyên din ku çeteyên DAIŞ`ê berz dikirin.

El-Ferec di dawiya axaftina xwe de got rûdanên li Mensûrayê pêk hatin fermanek hatibû plankirin û firsendek ji wan re çêkir da ku ewlehiya bajarok xerab bikin.

(jo)

ANHA