Piştî belavbûna agahiya kuştina wî, keça wî lê bigere

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Qedrî Mistefa piştî ku mala wê talan û wêran kirin, lêdan û îşkence lê kirin. Qedrî Mistefa bû şahidê kuştina sivîlan ji hêla çeteyan ve. Piştî belavbûna nûçeya kuştina wî, keça wî ya tekane berê xwe dide Efrînê lê heya niha ew venegeriyaye.

Piştî belavbûna agahiya kuştina wî, keça wî lê bigere
Piştî belavbûna agahiya kuştina wî, keça wî lê bigere
29 ÇILE, 2019   10:37

ŞERVÎNA MISTEFA - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Roj bi roj binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker der heqê şêniyên Efrînê de ku li malên xwe mane, diyar dibin. Ji ber binpêkirinên nemirovî êdî şênî ji malên xwe direvin.

Ji kesên ku hatine revandin û karî ji girtîgehên çeteyan li Efrînê derkeve, Qedrî Mistefa yê 60 salî ye. Qedrî Mistefa ji şêniyên Efrînê ye û mehekê di girtîgehên çeteyan de maye.

Kesên ku hatine revandin rastî tevahiya cureyên îşkenceyê tên

Qedrî Mistefa çîroka xwe dema li Efrînê bû vegot: "Mîna tevahiya sivîlan çeteyan ez revandim. Heya mehekê ez li gel wan girtî mam tevî bi sedan sivîlên bêguneh. Em rastî tevahiya cureyên îşkenceyê hatin. Neynûkên me hildikirin, ji lingan ve me bi banan ve girêdidan û heya du rojan me bêxwarin û bê av dihiştin."

‘Hebên hişbirê didan kesên revandî’

Qedrî Mistefa destnîşan kir ku çeteyan hebên hişbirê didan wan û wiha got: "Ez ji Efrînê revandim û ez birim girtîgehekê lê min ew cih nas nekir. Her tim ji min pirs dikirin ka ez lome dikim an na û min heman pirs ji wan dikirin hema yekser li min didan. Li zarok, jin heta li kal û pîran didan, gelo ji bo çi?"

Girêdayî çawa apê Qedrî Mistefa zanî ku çeteyan hebên hişbirê didan wan, apê Qedrî ev tişt got: "Di rojên destpêkê de av didan me. Em pê dihesîn ku çêja avê ne normal e. Piştî wê em di xew re diçûn. Piştî demekê çêja avê normal bû û êdî em di xew re nediçûn. Qey êdî heb nedidan me."

Qedrî Mistefa destnîşan kir ku wî nedizanî li ku derê ye. Rojekê ji ber dijwarbûna îşkenceyê wî û kesekî din diavêjin cihekî. Piştî wê Mistefa pê dihese ku ew li Ezazê li paş girtîgehê ye. Dema şêniyên herêmê du kes li ser rê dibînin, hema yekser agahî dan mexfera Ezazê, careke din Qedrî û hevalê wî digirin û wan îşkence dikin. Apê Qedrî diyar kir ku hevalê wî di îşkenceyê de tê kuştin.

Di berdewama vegotina çîroka xwe de Qedrî Mistefa kuştina hevalê wî li ber çavên wî piştî revandinê bi mehekê bi bîr xist û wiha pê de çû: "Piştî ku mala min talan û wêran kirin û ez revandim. Li gundê Qetma yê navçeya Şera di girtîgehê de di bin îşkenceyê de ez mehekê mam. Piştî wê tevî hevalê xwe em birin girtîgeha Ezazê. Hevalê min di bin îşkenceyê de hate kuştin û min nizanî bê cenazeyê wî bi ku ve birin. Hesin dikirin xertûma avê û li me didan heta ku hîna şûnên wê li ser lingê min heye. Çeteyek dadger hebû piştî lêpirsînê ez serbest berdam."

‘Keça min revandin û ez aqûbeta wê nizanim’

Qedrî Mistefa behsa revandina keça xwe ya tekane kir û wiha got: "Piştî belavbûna kuştina min ji hêla çeteyan ve li ser malperên civakî, keça min a tekane ya 22 salî berê xwe dide herêma El-Zehra li gundewarên Helebê û ji wir diçe Efrînê û digihîje gundê Mêryemînê. Li wir çete wê direvînin û kesek der barê wê de tiştekî nizane."

Qedrî Mistefa ji Efrînê derdikeve û berê xwe dide Şehbayê, bêyî ku behsa detayên derketina ji Efrînê bike. Niha tevî hevser, kur û nêviyên xwe li gundê Babinisê dimîne.

(şx)

ANHA