`Avesta Xabûr xeta têkoşîn û berxwedanê neqişand`

Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi merasîmekê şehîd Avesta Xabûr ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Hemam ê Efrînê çalakiyeke fedayî pêk anî, bi bîr anî.

`Avesta Xabûr xeta têkoşîn û berxwedanê neqişand`
`Avesta Xabûr xeta têkoşîn û berxwedanê neqişand`
`Avesta Xabûr xeta têkoşîn û berxwedanê neqişand`
`Avesta Xabûr xeta têkoşîn û berxwedanê neqişand`
29 ÇILE, 2019   10:51

TEBQA

Merasîma bîranê duh li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê hate lidarxistin. Şêniyên ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûne jî tev li merasîma bîranînê bûn.

Bi dehan şêniyên bajarê Tebqayê, malbatên şehîdan, her wiha endamên saziyên sivîl û leşkerî yên herêmê tev li merasîma bîranîna şehîd Avesta bûn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulkerîm El-Îbrahîm axivî û lehengiya şehîd Avesta ku bi tîpên zêrîn di nava dîrokê de hate nivîsanin, bîr anî û wiha got: "Salek di ser şehadeta Avesta Xabûr re sembola berxwedana azad ku bû roniya rêya xaka aştiyê Efrînê, Efrîna ku hişt hemû gelê Sûriyê di bin zeytûna wê de rûnin û ew parastin."

Li aliyekî din jî endama Rêveberiya Jinan li Tebqayê Fatima El-Mihemed helbestek li ser berxwedana jinan got û teqez kir ku Avesta bi xwîna xwe xeta têkoşîn û azadiyê ji hemû jinên cîhanê re neqişand û wiha got: "Avesta Xabûr neviyên Osmaniyan hejandin."

Merasîm bi sloganên "Bijî Berxwedana Serdemê” û “Faşîzma Tirkiyê hilweşe” bi dawî bû.

ANHA