HRE: Li Efrînê 2 leşker û 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), diyar kirin ku şervanên wan li Efrînê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên bi bandor li dar xistine. Di encam de 2 leşker û 3 çete hatine kuştin, leşkerek û 6 çete jî birîndar bûne.

HRE: Li Efrînê 2 leşker û 3 çete hatin kuştin
29 ÇILE, 2019   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), diyar kirin ku şervanên wan li Efrînê di 28’ê Çileyê de, li dijî leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, 2 çalakiyên bi bandor li dijî li dar xistine. Di emcama çalakiyan de, 2 leşker û 3 çete hatine kuştin, leşkerek û 6 çete jî birîndar bûne. Heman demê de seyareyek û gelek cebilxane jî hatine ruxandin.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye;

“1. Di 28’ê Çileyê de şervanên me li gundê Gobelê ya Efrînê seyareyeke leşkerî ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker têde bûn hedef girtin. Di seyareyê de gelek çek û cebilxane jî hebûn. Di encama çalakiyê de 2 leşker û çeteyek hatin kuştin, leşkerek û 3 çete jî birîndar bûn. Her wiha seyare û cebilxaneya ku di seyareyê de hatin rûxandin.

2. Di 28’ê Çileyê de şervanên me li dijî baregeheke koma çete ya bi navê Ehrar El-Şam a gundê Dêrmişmişê ya Efrînê ye, çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.”

(bm)