Ji goristana El-Fixêxa 50 cenaze hatin derxistin

Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Komîteya jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê rakirina cenazeyan ji bin kavilên malan û goristanên Reqayê didomîne. Tîmê nêzî 50 cenaze ji goristana El-Fixêxa rakirin.

Ji goristana El-Fixêxa 50 cenaze hatin derxistin
Ji goristana El-Fixêxa 50 cenaze hatin derxistin
Ji goristana El-Fixêxa 50 cenaze hatin derxistin
Ji goristana El-Fixêxa 50 cenaze hatin derxistin
Ji goristana El-Fixêxa 50 cenaze hatin derxistin
29 ÇILE, 2019   09:13

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Li Reqayê Tîma Destwerdana Destpêkê li goristana El-Fixêxa 50 cenaze derxistin. Piştî ku QSD’ê Reqa rizgar kir, ev goristana 8’emîn e. Li pey bidawîkirina Tîma Destwerdanê ya Destpêkê ji rakirina cenazeyan ji herêma El-Panorama ya Reqayê, tîmê berê xwe da goristana 8`emîn a mezintir li El-Fixêxa ku dikeve bakurê çemê Firatê.

Heta niha tîmê nêzî 50 cenaze ji goristana El-Fixêxa derxistine. Lê tîm ji ber nebûna alavên guncaw, zehmetiyan di derxistina cenazeyan de dikişîne. Yek ji sedemên din jî çeteyên DAIŞ’ê goristan zêde kûr kolandine.

Der barê mijarê de bijîşk Esed Mihemed wiha got: "Tîma Destwerdana Destpêkê dema cenazeyan ji goristanê derdixe, dixe torbeyan û hejmarek taybet li ser datînin. Eger kes wî cenazeyî nas neke, cenaze dibin goristana bêkesan a li gundê Kisra Şêx El-Cûma ku 20 km ji bajêr dûr e. Lê heke cenaze hat nasîn, radestî malbatê tê kirin û bi awayekî guncaw tê veşartin.”

Esed di berdewama gotinên xwe de wiha got: “Tîmê di navbera 4 rojan de 50 cenazeyên sivîl, leşker û zarokan derxistine.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di goristanê de nêzîkî 800 cenaze hene.

(fr/bm)

ANHA