‘Ya girîng, me serî li hember dijmin netewand’

“Gotin, li ber wesifkirina berxwedana gel û şervanên YPG û YPJ’ê ku li Efrînê bi rê ve birin, nayê dîtin. Her çi qas bêjim jî ez ê nekarim rave bikim. Gotin wê xiyanetê li min bikin.”

‘Ya girîng, me serî li hember dijmin netewand’
29 ÇILE, 2019   08:56

 

 ŞERVÎN MUSTEFA – XANDÎ ELO / EFRÎN

Di berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan a li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de, gelê Efrînê destanên mezin nivîsîn. Ji hemû beşên civakê jin, mêr, zarok, kal û pîran li kêleka şervanên YPG û YPJ’ê berxwedaneke bêhempa kirin. Her şêniyek li gorî hêz û derfetên xwe bû mînakeke berxwedanê.

Serpêhatiya welatiyê bi navê Mustefa Ehmed yek ji hezar mînakên berxwedanê ye. Ehmed di êrîşa yekemîn a balafirên Tirkiyê de banga parastinê pêk anî û bi seferberî tev li berxwedanê dibe.

Di 20‘ê Çileya 2018‘an de, saet di 16:00‘an de 72 balafirên dewleta Tirk bi dehan deverên kantona Efrînê bombebaran kirin. Ji ber balafir û wêrankirina dewleta Tirk, esîmanê kantonê bi perdeyek tarî ya dûmanê reş bibû.

Şêniyên bi navê Mustafa Ehmed ji gundê Qentera yê navçeya Mabatayê ye. Di sala 2015’an de  dewreya yekemîn a Hêzên Erka Xweparastinê bi dawî dike û paşê jî karê xwe yê dirûtinê li werşeyeke navçeyê berdewam dike.

Ehmed wiha qala êrîşên destpêkê yên dagirkiriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî Efrîn dike: "20‘ê Çileya 2018‘an bû. Min li werşeyê kar dikir, ji nişkê ve dengê balafirên şer hatin bihîstin, ez û xebatkarên werşeyê derketin derve da ku nas bikin çi diqewime. Me dît şêniyên gund tevlihev bûbûn, balafir li ser gund digeriyan û bê ser û ber bombe diavêtin. Min nedizanî ka ez çi bikim, tenê min dizanî ku balafir bombeyan dibarîne."

Ehmed serpêhatiya xwe wiha didomîne: "Piştî min dewreya Erka Xweparastinê bi dawî kir, jimareya teleftona fermandarekî dewreyê li gel min ma, navî wî Aldar bû. Hema min yekser telefon jê re kir û min jê xwest ka ez ji bo xizmeta welat çi bikim. Ji min re got were navçeya Cindirêsê. Ez û apê xwe yê bi temen derketin. Piştî em gihîştin wir fermandarekî leşkerî ji me re got ev cih xeternak e û tu dikarî li gundê xwe li gel şêniyên gund xizmetê bikî."

Ehmed diyar dike ku dema ku ew li navenda navçeya Cindirêsê bû, nuqteyên leşkerî tune bûn û top li ser malên sivîlan dibariyan û wiha didomîne: "Rojên destpêkê min alîkariya Heyva Sor dikir, me birîndar ji bin enqazan derdixistin û ew dişandin nuqteyên tenduristiyê. Artêşa Tirk tenê sivîl dikirin hedef.”

Ehmed dibêje wan çend saetan tevger nekir heta ku topbaran sekinî û tiştên ku şahidiya wê kirî wiha vedibêje: “Balafirên keşfê her tim li asîmanan bûn. Heta ku cihê me birîndar lê derman dikirin, bû hedefa balafirên artêşa Tirk a dagirker. Ji ber wê em neçar man cihê xwe biguhêrin. Me cihê xwe veguhest jêrzemînekê. Lê her çû rewş dijwartir bû û ji bo ku em zû xwe bigihînin sivîlan, me xwe dabeşî koman kir, her komek ji hejmarek kesan pêk dihat û li navçeyan belav bûn."

Zarokek di nav destên wî de şehîd ket

Ehmed bûyera şehadeta zarokekî di nav destên xwe de bi bîr xist û wiha got: "Rojekê topbaran li ser navçeyê zêde bû. Mal, dibistan û mizgeft hatin hedefgirtin. Di encamê de bi sedan sivîl di nav de jin û zarok birîndar bûn. Wê demê em di nav kolanan de digeriyan da ku alîkariya birîndaran bikin, carekê me dengê zarokekî bihîst. Hema min hewl da ku ji nav enqazan derxim. Ez texmîn dikim ku dema li gel malbata xwe birîndar bibû, ji ber ku cenaze li her derê belav bûbûn. Min nekarî alîkariya wî bikira. Min nekarî wî bigihînim ambulansê, di nav destên min de jiyana xwe ji dest da."

Ehmed wan rojan wiha diwesifîne: "Bi rastî jî şênî pir êşiyan. Ew roj tenê wêneyên xwîn û kuştinê hilgirtin. "

Ehmed destnîşan kir ku wî bawer nedikir ku wê bi saxî ji taxan derkevin, ji ber ku topbaran bê ser û ber dihat kirin. Pêwîstiya hindek nuqteyan bi ajokarekî hebû, ji ber wê Ehmed wek ajokar li gundê Korka jêrîn li navçeya Mabata kar dike û heya hefteyekê li wir dimîne.

Ehmed diyar kir ku şervan û Hêzên Parastina Civakî li ser xeta parastinê li wî gundî cih digirtin, lê ji ber dijwarbûna asta êrîşan û bikaranîna tevahiya cureyên çek, tank û topavêjan hejmareke mezin ji sivîlan birîndar û şehîd bûn. Ji ber wê şênî neçar man ku biçin gundên din. Gundê Korka û gundên derdorê bûn herêmên leşkerî.

Ehmed paşde vegerî û behsa bîranînên wan rojan kir: "Tê bîra min dema em ji gundê Korka derketin êrîş û topbarana hovane berdewam bû. Di roja dawîn a topbaranê de li ser gund, tevî komek biçûk ji hevalên xwe em di jêrezemînekê de bûn. Ji ber bandora bombebaranê em li dîwaran diketin û her der dibû toz. Min texmîn kir ku topbaran dûr e. Dema em ji wir derketin, me zanî ku avahiyek li kolana din hatibû topbaran kirin. Dengê çeteyan piştî ku gihaştin girê gund dihatin ber guhê me. Berxwedana şervanan li ser wî girî tê bîra min."

Bi nêzîkbûna çeteyan re, topbaran zêde bû û çeteyan sekvanên xwe li ser gir bi cih kirin. Ehmed destnîşan kir ku carekê ew û hevalê xwe yê bi nave Ciwan birîndar radikirin, lê nizane çawa çeteyan Ciwan kir hedef û şehîd kirin. Ehmed vegotina bûyerên wan rojan wiha domand: "Pişt şerên dijwar di navbera şervan û çeteyan de, çeteyan gundê Korka dagir kir. Mayina li gund tevî wê hovîtiyê zirareke mezin bû. Ji ber wê me berê xwe da gelî da ku em xwe biparêzin. Em li wir heta du saetan man. Balafiran gund topbaran dikirin. Me nedikarî tevger bikin. Em 11 kes bûn bi xişîn me xwe gihand pireya di navbera Korka û Dimîliya. Dema em gihaştin wir erebeya Asayîşê em birin cihekî ewle."

Çîroka Ehmed di nav gundên navçeya Mabatayê de bi dawî nebû. Vê carê berê xwe da gundê Tirmişa yê navçeya Şiyê. Ehmed wiha qala wan rojan dike: “Ji ber ku gund rastî topbaranek dijwar hatibû, zêde gundî nemabûn di gund de. Gelek ji wan birîndar û şehîd bibûn û hindek ji wan çûbûn gundên derdorê. Ez çûm gund da xwarin û çek bighînim şervanan. Kes nedikarî bigihîje wan. Gund ket dorpêça dagirkeriya Tirk. Ez neçar mam biçim gundekî din.

Ehmed wiha domand: "Ez çûm gundên Hebû, Sariya, Mamila, Şîtka, Mîrkan û Kaxira. Tevger di nav van gundan de hêsan bû. Şervanan çalakiyên leşekrî pêk dianîn. Birîndar û şehîd di nav refên şervanan de hebûn. Ruxmî dijwarbûna topbaranê, ez bi lez tevdigerîm, min birîndar û şehîd radikirin Nexweşxaneya Avrînê."

Ehmed gotinên xwe wiha berdewam kir: "Li gundên Mabata û Şiyê heya roja 46’an jî 47’an bû baş nayê bîra min, şervanan berxwedaneke bêhempa nîşan dida û destanên lehengiyê xêz dikirin. Ruxmî dorpêça li ser navçeya Mabatayê hebû jî şervan ranediwestiyan.”

Me bi şeref li ber xwe da

Ehmed destnîşan kir ku hemû gotin li ber wesifkirina bûyerên ku jiyaye, berxwedana bêhempa, wêranî, birîndar û şehîdan lawaz dimîne û ev tişt anî ziman: "Her çi qas bêjim ez ê nikaribim rave bikim. Gotin wê xiyanetê li min bikin. Me gelek heval û xizmên xwe winda kir."

Ehmed karê xwe di alîkariya sivîl û şervanan de heta gihaşt bajarê Efrînê berdewam kir. Ehmed li navenda bajêr alîkariya sivîl di komkujiya Mehmûdiyê û Tirindê de di 16`ê Adara 2018`an de dike. Ehmed wê rojê weke ku kolanên Efrînê tijî xwîn bûye wesif kir.

Di dawiyê de Ehmed Mistefa wiha got: “Bê sedem diviyabû em hemû wek xwediyên vê xakê banga welat pêk bînin û  ji bo xizmeta wî kar bikin. Li her derê nasname û hebûna xwe bi kar bînin. A girîng, me serî ji dijmin re netewand."

(şx/bm)

ANHA