Ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bû, li Minbicê star bû

Piraniya koçberan di nav şert û mercên dijwar de dijîn. Tunebûna ewlehiyê li herêmên wan rê li pêşiya vegera wan vedike. Bi sedan şêniyên bajarê Babê û gundewarên wê ji bo ewlehiyê berê xwe da bajarê Minbicê. Ji wan yek jî jina bi navê Yasmîn El-Cuma ye.

Ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bû, li Minbicê star bû
Ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bû, li Minbicê star bû
Ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bû, li Minbicê star bû
Ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bû, li Minbicê star bû
29 ÇILE, 2019   07:26

MINBIC

Yasmîn El-Cuma 20 salî ye û ji şêniyên gundê Qidêran ê girêdayî bajarê Babê ye ku 7 km dûrî bajar bajar li aliyê bakur e. Yasmîn tevî dayik, bav û her sê xwişkên xwe li gund dima. Yasmîn diyar kir ku koçberiya wê bi destpêkirina êrîşên Tirkiyê re li dijî Babê bi hinceta şerê DAIŞ`ê dest pê kir.

Yasmîn bi bîr xist ku di dema êrîşan de li dijî Babê, rojekê çeteyên DAIŞ`ê dikevin mala wan û bê sedem li bavê wê didin da ku wan neçarî derketinê bikin. Ji bo ku gund talan bikin, beriya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bigihîjin gund. Beriya ku çeteyên DAIŞ`ê ji gund derkevin, çeteyên artêşa Tirk gule li erebeyên wan didin û ew nema dikarin ji gund derkevin.

Yasmîn destnîşan kir ku ew di navbera çeteyên artêşa Tirk û DAIŞ`ê de dimînin û dibin hedefa guleyên her du aliyan. Li gorî Yasmînê wê demê artêşa Tirk a dagirker cihê wan bi hewanekê dikin hedef û li nêzî wan dikeve. Tiştek bi kesekî nayê lê hemû di nav tirs û xofê de dimînin. Malbat heya şevê li cihê xwe dimîne, dema dinê tarî dibe, hema berê xwe didin gundê Sûsnbat ê ku zêdetirî 13 km ji gundê wan dûr e.

Yasmîn di berdewama vegotina xwe de destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî gundê Sûsnbatê bûbû. Wê demê texmîn dikir ku rewşa gund ji herêmên ku DAIŞ`ê dagir kiriye, baştir e. Lê dema digihîjin gund, li ber rewşa gund matmayî dimînin. Li gund jin ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatibûn revandin û tevlihevî hebû. Yasmîn diyar kir ku ew li ewlehiyê digerîn û li wî gundî nedîtin, ji berê wê berê xwe didin bajarê Minbicê. Bajarê Minbicê ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatibû rizgarkirin.

Dema malbat biryara çûyîna Minbicê dide, diçin gund da ku hin pêdiviyên xwe bînin. Lê dema digihîjin malê, mala xwe vala dibînin. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku bê şer derbasî gund bûne, mala wan talan kirine. Yasmîn tekez kir ku ew destvala berê xwe didin Minbicê.

Yasmîn diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji bo naskirina hejmara jinan û tiştên di malan de, şêniyan dixapînin. Bi şêniyan didin bawerkirin ku ew dixwazin alîkariyê li wan belav bikin. Lê divê destpêkê di nav malan de bigerin da ku miqdara alîkariyê diyar bikin. Her wiha hejmara endamên malbatê ji her du zayendan ve û temenên wan pirs dikirin. Bi vê yekê hejmara endamên malbatê, jin û tiştên şêniyan di malan de nas dikirin. Piştre bi şev komekê bi rê dikin wan malan, jinan direvînin û malan talan dikin.

Yasmîn bi bîr xist ku piştî gihaştina wan Minbicê bi demekê, bi kesekî ji xizmên xwe re dizewice û kurekî wê çêdibe. Yasmîn behsa rewşa xwe dike û diyar kir ku hevserê wê bi nexweşiya sinîrê ketiye, ji ber wê nikare di karên dijwar de bixebite û mala wan bi kirê ye. Yasmîn gotinên xwe wiha domand: "Ruxmî wê jî em bi rehetiyê dihesin ji ber ku em li Minbicê bi rûmeta xwe dijîn û em di nav ewlehî û aramiyê de ne. Ji helatên revandin, kuştin û zilmê natirsin."

Di dawiyê de Yasmîn hêvî kir ku bajarê Babê jî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bibe, da ku koçber vegerin malên xwe û ewlehî dîsa li herêmê serwer be.

(şx)

ANHA