Rûspiyên Reqayê: Divê em parastina xwe zêde bikin da ku gefan red bikin

Şêx û rûspiyên bajarê Reqayê daxuyaniyên Erdogan ên girêdayî avakirina “herêma ewle” şermezar kirin û diyar kir ku divê li hember gefên Tirkiyê û hêzên dagirker bibin mertal û hêza xwe ya parastinê xurt bikin.

Rûspiyên Reqayê: Divê em parastina xwe zêde bikin da ku gefan red bikin
29 ÇILE, 2019   07:14

EMAR EL-XELEF / REQA

Rûspiyên êlên Reqayê li ser daxuyaniyên Erdogan ên avakirina herêmeke ewle li bi çavdêriya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha gefên wê li ser herêmê ji ajansa me re axivî û girîngiya xurtkirina parastina xweser destnîşan kir.

Rûspiyê êla El-Mûsa, El-Zahir Şêx Ayid El-Hadî wiha got: "Em li Bakurê Sûriyê bi hev re dijîn, ferq û cudahî di navbera Ereb, Kurd û xiristiyan û pêkhateyên dîtir de nîn e. Dewletên derve û di serî de Tirkiye dixwaze projeya neteweya demokratîk têk bibin, lê projeya demokrasiyê bi saya hevgirtina zarokên herêman dê bi ser bikeve, em wek rûspiyên êlên Reqayê li rex hêzên QSD`ê disekinin."

El-Hadî di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên herêmê kir ku tev li Hêzên Erka Xweparastinê bibin û wiha axivî: "Em ji ciwanên Reqayê dixwazin ku tev li Hêzên Erka Xweparastinê bibin da ku ewlehî û aramiya li bajêr xurt bibe, bi taybet piştî berdêlên ku Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) ji bo tunekirina terorê li herêmê dane."

Şêxê êla El-Efale Hezal El-Iz jî wiha axivî: "Divê ciwanên Reqayê berê xwe bidin Hêzên Erka Xweparastinê da ku ev pergala parastina xweser li Reqayê û Bakurê Sûriyê bi pêş bikeve. Bûyerên ku li El-Mensûra nîşaneyeke zelal e ku aliyên sûcdar hewl didin ewlehî û aramiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin."

Her wiha rûspiyê êla El-Hews li gundewarên rojhilatê Reqayê Ehmed El-Elî Komplo daxuyaniyên Tirkiyê yên dagirkirinê herêmê şermezar kirin û wiha got: "Em destwerdanên dewletên derve li Sûriyê napejirînin, çareserî bi diyaloga Sûrî-Sûrî ye, ji ber ku em li dijî gefên Tirkiyê ne, divê em tev li Hêzên Erka Xweparastinê bibin, da ku sîstema parastinê ji bo redkirina dagirkeran amade be."

(dh)

ANHA