Berwarî: Xwepêşandana Başûr encama zilma 29 salan e

Kamîran Berwarî anî ziman ku divê helwesta hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê bi mirovatî, demokratîk û durist be û wiha got: “Sivîlên herêmê tawanbar dikin û hinceta PKK’ê jî dubare dikin. Lê gel bi xwe û bi vîna xwe ev xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandan encama zilma dewleta Tirk a 29 salan e."

Berwarî: Xwepêşandana Başûr encama zilma 29 salan e
29 ÇILE, 2019   08:06

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1983‘yan ve êrîşên xwe li ser herêmên Başûrê Kurdistanê dewam dike. Di nava salekê de balafirên artêşa Tirk a dagirker li herêma Şêladizê bi dehan welatî şehîd kirin. Ji beriya çend rojan balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk herêma bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdiyê bombebaran kir û di encam de 4 sivîlên din jî şehîd bûn. Gelê Şêladizê li dijî tevgera arteşa Tirk rabûn serhildanê. Li şûna ku serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî bertek nîşanî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker bide, gel û PKK sûcdar kirin.

Endanê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û hevserokê Eniya Demokratîk a Gel Dr. Kamîran Berwarî geşedanên li Şêladizê ya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxandin û wiha got: “Xwepêşandêran ne ji PKK’ê, ne jî ji PDK’ê destûr wergirtiye.”

‘Xwepêşandan encamên desthilatdariyê ne’

Berwarî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku xwepêşandana li Şêladizê encama zilm û êrîşên dewleta Tirk e û wiha axivî: “Ev 29 sal e dewleta Tirk a dagirker li beramberî gelê Başûrê Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Rojane balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser asmanên Başûrê Kurdistanê digerin.  Gelê sivîl tê qetilkirin û xweza tê tehrîbkirin. Topbaranên dewleta Tirk a dagirker li Behdînan ji sala 1992‘yan heya niha berdewam in. Ji bilî vê jî hemû qadên Behdînan bûne cihê serbazgehên leşkerî û sixûrên dewleta Tirkiyê.  Ev xwepêşandan encama zilma dewleta Tirk a ku 29 sal e li ser gelê herêmê ye. Di êrîşên hewayî de di salekê de herî kem 23 kes li Şêladizê hatine şehîdkirin.”

‘Tu hêz li pişta xwepêşandanê tune ne’

Berwarî destnîşan kir ku li pişta vê xwepêşandana li herêma Başûrê Kurdistanê ji bilî gelê sivîl, tu hêz tune ne û wiha dewam kir: “Baregehên siyasî û leşkêrî yên PKK’ê di nav  gel û herêmê de tune ne. Lê dewleta Tirk a dagirker ji bo rewakirina êrîşên xwe hincetan ava dike.  Her wiha dewleta Tirk bi vê hincetê dixwaze hejmareke zêde bikeve nav axa Başûrê Kurdistanê û dagir bike. Ev jî encamnameya plan û bernameyên dewleta Tirk e ku Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

‘Nabe ku bêdengiya NATO’yê li hember Tirkiyê dewam bike’

Berwarî diyar kir ku divê hevpeymana navdewletî û NATO nehêlin Tirkiye Başûrê Kurdistanê dagir bike û ev tişt lê zêde kir: “Êdî Tirkiyê ji endamtiya NATO’yê derxin. Saziyên navneteweyî bi gelê herêmê re hevkar bin ku dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê bê derxistin.  Nabe ku êdî NATO beşdarî van talankirinên dewleta Tirk bibe û bê deng bimîne.  Bi destê sîxur û balafirên şer ên dewleta Tirk gelê Başûr tê qetilkirin. Pêwîst e pêşî li qetlîamên dewleta Tirk bê girtin.”

‘Xwepêşandêran ne ji PKK, ne jî ji PDK’ê destûr girtiye’

Berwarî daxuyaniya serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî ya li dijî xwepêşandanan nirxand û diyar kir ku ev daxuyanî tê wateya ku Barzanî ne hikumeta Tirkiyê, lê belê gelê Şêladizê û şehîdên Kurdan tawanbar dike. Berwarî anî ziman ku divê helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê bi mirovatî, demokratîk û durist be û wiha got: “Sivîlên herêmê tawanbar dikin û hinceta PKK‘ê jî dubare dikin. Lê gel bi xwe fermî û bi vîna xwe ev xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandêran ne ji PKK û ne jî ji PDK‘ê destûr girtiye. Armanca wan ew e ku gel li dijî PKK‘ê derkeve û bibêjin PKK sedema wan êrîşan e. Gelê herêmê van planan baş fêm dike ku heger gerîlayên PKK‘ê nebin, dê hemû herêma Başûrê Kurdistanê bên dagirkirin û bikevin bin zilma dewleta Tirk.”

‘Hevkariyên mezin di navbera Tirkiye û Başûr de çêbûne’

Berwarî anî ziman ku ev demeke dirêj e bingeh ji bo dagirkirina dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê tê kirin û wiha pê de çû: “Bi dagirkirinê re dixwazin desthilatdariya xwe li Başûrê Kurdistanê biparêzin. Her wiha dixwazin bi rêya dagirkirinê rêya di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de jî qut bike. Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê aliyên siyasî, aborî, civakî, perwerdehî, leşkerî, ewlekarî û bazirganî dagir û dorpeç kirine. Hevkariyên gelek mezin di navbera Tirkiyê û Hikumeta Başûrê Kurdistanê de hatine kirin. Mixabin hêzên ewlekeriya Başûr gelê herêmê yên welatparêz, têkoşer naparezê, li dijî wê hebûna Tirkiyê di herêmê de diparêze. Mixabin  Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên gelê welatparêz û têkoşêr ên Şêladizê jî bi gelek şêwazên nexweş bi nav dike.  Bi taybetî gelê herêma Şêladizê welatparêz e û roleke mezin di şoreşa Îlon û Gulanê de girtibû. Ev 70 sal e cihê wan bingeha şoreşê ye.”

‘Gel li dijî hebûna Tirkiyê di herêmê de serî hildide’

Endanê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û hevserokê Eniya Demokratîk a Gel Dr. Kamîran Berwarî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êdî gelê herêma Başûr desthilatdarî, bindestiyê,  baregehên dewleta Tirk û sîxurên wan qabûl nakin û wiha got: “Gelê herêmê baş dizane ku balafirên şer û sîxurên dewletaTirk gel hedef digire. Ji bo vê jî gelê herêmê li dijî hebûna Tirkiyê serî hildide. Pêwîst e êdî dewleta Tirk hemû baregehên leşkerî û sîxurên xwe ji Başûrê Kurdistanê derxe.  Her wiha hemû saziyên navneteweyî li dijî qetlîama dewleta Tirk a dagirker derkevin. Hemû gelê Başûrê Kurdistanê li dijî hebûna Tirkiyê di herêmê de bi helwest bin û piştgiriya gelê Şêladizê bikin. Divê hemû kes piştgiriyê bidin helwestên gelê Başûrê Kurdistanê û armanca wan bi cih bînin.”

(bm)

ANHA