Malbatên şehîdên Minbic û Reqayê serdana çalakgerên Tebqayê kirin

Greva biçîbûnê ya şêniyên herêma Tebeqayê di roja duyemîn de didome. Şandeyên malbatên şehîdan ên Reqa û Minbicê serdana çalakgeran kirin.

Malbatên şehîdên Minbic û Reqayê serdana çalakgerên Tebqayê kirin
Malbatên şehîdên Minbic û Reqayê serdana çalakgerên Tebqayê kirin
Malbatên şehîdên Minbic û Reqayê serdana çalakgerên Tebqayê kirin
Malbatên şehîdên Minbic û Reqayê serdana çalakgerên Tebqayê kirin
28 ÇILE, 2019   16:49

TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê bi armanca destekdayîna Leyla Guven û 230 girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de bi dirûşma "Biratiya gelan dê planên faşîzma Tirkiyê hilweşîne" greva birçîbûnê daye destpêkirin.

Grev di roja xwe ya duyemîn de didome. Bi dehan malbatên şehîdan ên ji bajarê Minbic û Reqayê ku wêneyên şehîdan û alên QSD û Meclisa Malbatên Şehîdan hilda bûn serdana çalakgeran kirin.

Di serdanê de Hevserokê Meclisa Malbetên Şehîdan a bajarê Minbicê Yûsif Ebdo axivî û berxwedana şêniyên Tebqayê silav kir û got "îro em li vir kom bûne da ku li hemberî gefên faşîzmeya Tirkiyê bisekinin ku bi hinceta şerî teorê herêmê me dagir bike û biratiya gelan têk bibe."

Ebdo her wiha anî ziman "Şehîdên me bi xwîna xwe ya zelal nexşeya jiyana demokratîk xêz kirin, gelek fedekarî kirin ji bo hebûna xwe îsbat bikin. "

Di çalakiyê de belgefîlmek li ser berxwedana tekoşer Leyle Guven û 230 hevalên wê yên di greva birçîbûnê li dijî binpêkirinên dewleta Tirk a faşîst hat pêşkêşkirin.

Di dawiya serdanê de malbatên şehîdan dirûşmeyên silavkirina berxwedana şêniyên Tebqayê avêtin.

Çalakî dê 4 rojên din berdewam e.

(dh)

ANHA