Cenazeyê şehîdên QSD‘ê Nasir û Cewad li Til Hemîsê hatin veşartin

Welatiyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şehîdên QSD‘ê Nesir û Cewad bi merasîmekê li goristana şehîdan spartin axê.

28 ÇILE, 2019   16:13

QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo cenazeyê şervanên QSD‘ê Elî El-Nasir (Nesir) û Fethî El-Hesûn (Cewad Ciêliyê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn ji navenda Meclisa Mablatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi goristana şehîdan a navçeyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD‘ê ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan ji rêveberên meclisê Îdan El-Efînî, Meclisa Navçeya Til Hemîsê endamê meclisê Ferhan Îsmaîl, bi navê QSD‘ê fermandar Ehmed El-Kîrt axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku şehîd ji bo azadî û rûmeta gelê xwe xwe feda kirin. Axaftivanan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre nasnameyên şehîdan ji aliyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El-Ebawî ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayikan hatin veşaritn.

ANHA