Ji bo piştgiriya Leyla Guven li Şêranê meşek pêk hat

Bi armanca piştgiriya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 82 roj e di greva birçîbûnê de ye, Kongreya Star li navçeya Şêran a Kobanê meşek li dar xist.

Ji bo piştgiriya Leyla Guven li Şêranê meşek pêk hat
Ji bo piştgiriya Leyla Guven li Şêranê meşek pêk hat
Ji bo piştgiriya Leyla Guven li Şêranê meşek pêk hat
Ji bo piştgiriya Leyla Guven li Şêranê meşek pêk hat
28 ÇILE, 2019   13:57

KOBANÊ

Kongreya Star ji bo piştgiriya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP`ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin 82 roj e di greva birçîbûnê de ye, bi slogana "Em ê qiyametê rakin, serkeftinê mîsoger bikin" meşek li navçeya Şêran a kantona Kobanê li dar xist.

Meşê bi beşdariya bi sedan şêniyên Şêranê ji navçeya Şêranê dest pê kir û heya gundê Tilêc berdewam kir. Di meşê de wêneyên Ocalan û yên Leyla Guven hatin hildan.

Di meşê de li ser navê Kongreya Star a navçeya Şêranê Lutfiyê Mehmûd û li ser navê koordînasyona Kongreya Star Xalîse Hec Ebid El-Qadir axivîn. Axaftvanan silav li berxwedana zindanan kirin û wiha got: "Berxwedana Leyla Guven ku 82 roj e li ber xwe dide, ji bo planên Erdogan hat berdan, lê belê Leylayê çalakiya xwe berdewam kir. Em jî ji bo serok Apo û hemû berxwedêrên li zindanan soza xwe nû dikin. Îro li ser axa me hemû dewlet destdirêjiyan dikin lê em tu carî qebûl nakin kes axa me dagir bike. Heya em serokê xwe azad nekin em tu carî azad nabin."

Meş bi girêdana xelekên govendê bi dawî bû.

(hk-sn)

ANHA