Îran: Em ê li Sûriyê hevkariya xwe û Rûsyayê bidominîn

Berdevkê fermî yê Wezareta Derve ya Îranê Behrem Qasimî got dê Îran li Sûriyê bigihîje hevkariyekê bi Rûsya re.

Îran: Em ê li Sûriyê hevkariya xwe û Rûsyayê bidominîn
28 ÇILE, 2019   13:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Behrem Qasimî li Tehranê ji rojnamevanan re wiha got: "Em Îran û Rûsya hevkar in û cîranên girîng in. Tecrubeyên me yên girîng hene û hevkariyeke girîng heye û bi taybet di şerê li dijî terorê de li Sûriyê."

Ajansa Fars ya Îranê gotina Qasimî ragihand di demekê de ku nûçeyên li ser nakokiya di navbera her du dewletên hevkar de derdikevin.

Serokê Komîteya Ewlehiya Neteweyî û siyasetmedarê di Meclisa Şêwirmendiyê ya Îranê Hişmet Bîşê hevkariya Rûsyayê bi Îsraîlê re di demên êrîşên li ser cihên Îranê li Sûriyê rexne kir û wiha got: "Eger Rûsya çeka S300 aktîf bikira, dê Îsraîlê nekariya bi hêsanî êrîş bikira."

Hişmet Bîşê beriya demekê got hevkariyek di navbera Moskov û Til Evîvê de, di pêkanîna êrîşên di hundirê xaka Sûriyê de heye.

(jo)