Salih Mislim: Serhildana di salvegera Kobanê de yekîtiya Kurdan e

Berdevkê Fermî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê serhildana gelê Başûrê Kurdistanê axivî û wiha got: “Serhildana gelê Başûr di 4’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê de tê wateya yekîtiya Kurdan û berxwedana wan li dijî dewleta Tirk a dagirker ku hebûna Kurdan dike hedef.”

Salih Mislim: Serhildana di salvegera Kobanê de yekîtiya Kurdan e
28 ÇILE, 2019   14:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê PYD`ê Salih Muslim derbarê serhildana gelê Başûrê Kurdistanê ku 26’ê Çileyê de li herêma Şêladizê dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da.

Salih Mislim diyar kir ku dewleta Tirk faşîzma xwe li ser gelê Kurd zêde kiriye û wiha got: “Di dîrokê de tu hovîtî mîna wê çênebûne. Hewildidin terorîzma xwe ya ku di destpêka sedsala 20’an de li dijî gelên Mezopotamya pêkanîn, niha jî li serî gelê Kurd yên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê ferz bikin. Lê ev hewildan têk çûn. Bi hêza xwe ya bejahî û hewayî ku ji NATO`yê digre hewl dide destwerdanan bike. Li beramberî çavên hemû cîhanê hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike û gelê Kurd qir bike. Dest bi dagirkirina Şehbayê kir û paşê Efrîn jî dagir kir. Niha jî gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Êrîşên wan jî her tim li ser Başûrê Kurdistanê berdewam bûn.”

Salih Mislim destnîşan kir ku gelê Başûr êdî tehemul nekir û serî hildan û wiha pê de çû: “Ev serhildaneke pîroz e. Ew ji rastiya gelê Kurd ku desthildariyê qebûl nake û rabûna serhildanê di roja salvegera rizgarkirina Kobanê de wateya yekbûna gelê Kurd û berxwedana wê ya dîrokî li dijî Tirkiyê nîşan da.

PYD piştgirya xwe ji bo serhildana gelê Başûr re dide nîşan. Giringiya yekbûna gelê Kurd ya li dijî dijminatiya Tirkiyê û çeteyên wî li Sûriye, Iraq û hemû herêmên Rojhilata Navîn bibîr dixe. Her wiha bang li hemû gelê Mozopotamya û neteweyên demokratîk dikin ku piştgriya gelê Kurd li Başûr bikin.”

Di dawiyê de hat gotin serkeftin a gel û hêzên demokratîk e.

(jo-bx/bm)

ANHA