YPG’ê 3 çeteyên ku hewl didan birevin Tirkiyê girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku Tîmên Operasyona Taybet, li herêmên Şefaa û Hecînê 3 çeteyên DAIŞ’ê yên ku hewd didan biçin Tirkiyê girtine.

YPG’ê 3 çeteyên ku hewl didan birevin Tirkiyê girtin
28 ÇILE, 2019   13:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi daxuyaniyekî diyar kir ku Tîmên Operasyona Taybet, di encama şopandinê, di 27’ê Çileyê de, li herêmên Şefaa û Hecînê,  çeteyên bi navê Xalid Welîd Ehmed, Salih Xidir Mihemed û Delovar Dodiev Azimovoich yên ku bi eslê xwe ji Sûdan û Tacîkîstanê ne, dema bi awayekî veşartî di nav tevgerê de bûn û hewl didan biçin Tirkiyê, girtin e.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye;

“Têkoşîna ku yekîneyên me di bin sêwana QSD’ê de li herêma Hecîn û derdora wê li hember DAIŞ’ê dimeşînin, bi destkeftiyên mezin pêş de diçe. Di roja 27’ê Çileyê, çeteyên bi navê Xalid Welîd Ehmed, Salih Xidir Mihemed û Delovar Dodiev Azimovoich yên ku bi eslê xwe ji Sûdan û Tacîkîstanê ne, li herêmên Şefaa û Hecînê di dema bi awayekî veşartî di nav tevgerê de bûn û hewl didan biçin Tirkiyê, ji aliyê Tîmên Operasyona Taybet ve, di encama şopandinê de hatin girtin.

Gelek çeteyên ku ji aliyê yekîneyên me yên YPG’ê û YPJ’ê ve di encama zehmetiyên mezin tên girtin, bi taybetî di nav hewldana çûna Tirkiyê de ne. Li ser agahiyên ku çeteyên hatine girtin didin, tê fêmkirin ku gelek ji wan bi rêya Tirkiyê derbasî herêmê dibin di nav faalîyetên terorîst de cîh digirin.

Di derheqê çeteyên DAIŞ’ê yên ku di operasyonên me yên herî dawî de hatine girtin, em ê agahiyan bi raya giştî re parve bikin.”