Hem talan dikin hem jî kartên hilbijartinan didin welatiyên Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker sûd ji sivîlên Efrînê û kesên ku xwe li wê derê bi cih kirine digirin, da ku dengê wan di hilbijartinên di demên pêşde bi kar bînin. Nasnameyan ji wan re çêdikin da ku dengê xwe di hilbijartinan de bi kar bînin, her wiha binpêkirinan li dijî şêniyên Efrînê didomînin.

Hem talan dikin hem jî kartên hilbijartinan didin welatiyên Efrînê
Hem talan dikin hem jî kartên hilbijartinan didin welatiyên Efrînê
Hem talan dikin hem jî kartên hilbijartinan didin welatiyên Efrînê
28 ÇILE, 2019   11:32

ŞEHBA

Xwestekên dewleta Tirk a dagirker di keysbaziya aloziya Sûriyê de û bicihkirina koçberên ku li gel xwe bi cih kirine, roj bo roj zêde dibe û bi taybet ji ber hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê nêz bûne, dixwaze guhertina demografîk pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker nasnameyan ji şêniyên Efrînê re ku di Efrînê de ne û ji bo kesên ji herêmên din, derdixe. Çavkaniyên ji hundirê Efrînê teqez kir ku dewleta Tikr a dagirker heta niha zêdetirî 2 hezar nasnameyên Tirkiyê ji niştecih û şêniyên Efrînê re derxistine. Bi rêya wan nasnameyan ew kes dikarin dengê xwe di hilbijartinan de bi kar bînin. Ev yek jî xizmeta hikûmeta AKP`ê di hilbijartinan de dike.

Her wiha senaryoya revandinê berdewam dike. Bi taybet ji kesên ku binpêkirinan red dikin. Li gorî agahiyan, ciwanên bi navên Ehmed Mihemed Kelo û Welîd Mihemd Cûcû yên ji şêniyên bajarokê Şiyê, bi tawana ku di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de beriya ku Efrîn were dagirkirin dixebitîn, hatin girtin. Her wiha bijîşkê fîzîkê Ednan Bistan Kurdî ku ji şêniyên navçeya Raco ye, hat revandin û îşkencekirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dizîna mal û milkên sivîlan didomînin. Dikana welatiyê bi navê Reşîd Cîro û otubusa wî dizîn. Her wiha bi ser malên sivîlên gundê Qidê yê navçeya Racoyê, makîneyên terzîtiyê, tûpên gazê û tenekeyên zeytê dizîn.

Di dewama siyaseta guhertina demografîk ku çete li şûna şêniyên Efrînê, malbatên çeteyan bi cih dike, çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hin ji şêniyên gundê Koran li navçeya Cindirêsê ji malên wan da koçkirin û koçberên ji herêmên Sûriyê li şûna wan bi cih kirin. Yek ji welatiyên ku çeteyan ew ji mala wî derxistin bi zorê ketin mala wî Mecîd Nebîko ye.

Di êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wî gelek mal, dikan û xweza hatin rûxandin, her wiha berhema zeytûnê bi nirxê 100 milyon dolar dizîn û gelek mal û milkên wan dizîn.

Di aliyê sewaldariyê de li Efrînê, beriya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê derdora 3 hezar çêlek û 750 hezar pez û 25 medcene (çewlik) hebûn. Lê ji ber dizîn û talankirin û êrîş û bombebaranê, sewaldarî daket, hejmara çêlekan daket 500’an û ya pez jî 5 hezar, her wiha ji ber dizîn û talankirinê medcene jî naxebitin.

(jo)

ANHA