Dewreya Şehîd Destan Temûz bi dawî bû

Bi merasîmekê ku bi dehan jin tev lê bûn, Akademiya Jinên Sûriye ya Tebqayê dewreya 9`emîn a bi navê Dewreya Şehîd Destan Temûz, bi dawî kir.

Dewreya Şehîd Destan Temûz bi dawî bû
Dewreya Şehîd Destan Temûz bi dawî bû
Dewreya Şehîd Destan Temûz bi dawî bû
Dewreya Şehîd Destan Temûz bi dawî bû
28 ÇILE, 2019   11:41

TEBQA

Rêveberiya Jinan a Tebqayê, Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demoratîk a Herêma Tebqayê û Yekitiya Jinên Ciwan li rex bi dehan jinên Tebqayê û gundewarên wê, beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma bidawîkirina dewreya 9`emîn, bi axaftina rêvebera Komîteya Jinan Roşîn Mihemed dest pê kir. Roşîn bidawîkirina dewreyê pîroz kir û wiha got: "Ev serkeftin roj bi roj rewşa jinan û beşdarbûna wan di hemû aliyên jiyanê de bi pêş de dibe û diyarker e. Her wiha fena pêşketinên pewerdeyê, fikrî û zanekirina jinan a rastiya dîrokî ya ku zîhniyeta merdestiya desthilatdar berovajî kiriye.”

 Ji hemû saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û Meclisa Jinan a gundewarên bajêr bi giştî 39 beşdar tev li Dewreya Şehîd Destan Temûz bûn.

Di dawiya axaftinê de Roşîn wiha got: "Bi perwerdeya jinan li akademiyê, me karî gavên xwe pêşde biavêjin. Îro bersiv e ku jin beşdarî giştî aliyên jiyanê yên siyasî, çandî û qadên leşkerî dibin."

Di dawiya merasîmê de beşdaran dîlan girt.

(fr)

ANHA