Di salvegera rizgarbûna Kobanê de dibistan vebûn

Di roja rizgarkirina Kobanê de, dibistanên Kobanê yên ku navê berxwedêrên Kobanê girtine, deriyên xwe ji bo serdema 2’yemîn vekirin.

Di salvegera rizgarbûna Kobanê de dibistan vebûn
28 ÇILE, 2019   11:28

KOBANÊ

Beriya 4 salan hemû dibistanên Kobanê çeteyên DAIŞ’ê yên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker hildidin, kirin baregeh û gelek şervanên YPG û YPJ’ê di wan dibistanan de şehîd dûn. Dibistan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin rûxandin. Piştî berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê Kobanê hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê dibistan ji nû ve hatin avakirin û navên berxwedêrên şerê Kobanê lê hatin kirin.

Îsal salvegera rizgarkirina Kobanê û serdema (werz) 2’yemîn a xwendinê ya sala 2018-2019’an rastî hev hatin. Dibistanên Kobanê deriyên xwe ji xwendekaran re vekirin. Vê sibehê hemû dibistanên kantonê vebûn. Li bajêr 15 dibistan hene û hemû jî bi navê berxwedêrên Kobanê hatine binavkirin.

Gelê Kobanê ji sedî 95 Kurd e. Lê beriya sala 2012’an ve xwendina bi zimanê kurdî qedexe bû. Her çendî zarokên Kurdan di navendên biçûk û malan de xwe fêrî kurdî dikirin jî, di bihara 2015`na de dibistanên kurdî hatin vekirin. Piştî sererastkirina hemû dibistanan derfet ji xwendina xwendekaran ji seretayî heta amedehiyê çêbû. Dûre zanîngeh jî li Kobanê hat vekirin.

(bm)