Rûspiyên eşîran: Gelên Bakurê Sûriyê bi hev re çarenûsa xwe diyar dikin

Rûspiyên eşîrên Ereb li Bakurê Sûriyê yên ku beşdarî şahiya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Kobanê bûn, diyar kir ku şêniyên herêmê bi hev re bi ewlehî û îstîqrar dijîn û destnîşan kir ku çarenûsa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yek e.

Rûspiyên eşîran: Gelên Bakurê Sûriyê bi hev re çarenûsa xwe diyar dikin
28 ÇILE, 2019   11:19

KOBANÊ

Duh li bajarê Kobanê bi boneya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Kobanê û 5`emîn damezirandina Rêveberiya Xweser a Kobanê, şahiyek bi beşdarbûna bi sedan şênî, nûnerên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rûspiyên eşîrên herêmê hat lidarxistin.

Adil Mihemed ku yek ji rûspiyên eşîrên Minbicê ye, ji ajansa me re axivî û wiha got:"Em kêfxweş in ji ber hebûna me li Kobanê di salvegera rizgarkirina wê ji terorê de. Em hemû di yek eniyê de li dijî terora Tirkiyê û DAIŞ`ê ne, em bi hev re di bin sîwana Rêveberiya Xweser de li ber xwe didin û dixebitin."

Adil Mihemed wiha domand: "Kêfxweşiya me mezin e, em şêniyên yek welatî ne û tu cudahî di navbera me de tune ye û vê yekê her roj di siyaseta Rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibînin."

Xalid Himêdî ew jî yek ji rûspiyên eşîrên Elbo Esaf li herêma Girê Spî ye. Himêdî wiha got: "Em li Kobanêya leheng ku li hember terora cîhanê li ber xwe da, şahiyê li dar dixin, li Bakurê Sûriyê hemû pêkhate yek in û çarenûsa me yek e û em li dijî gefên Tirkiyê ne, em niha bi ewle dijîn."

Himêdî wiha domand: "Armanca hebûna me ji bo teqeziya rêya ku em tê re dimeşin û vê yekê ji hemû cîhanê re radigihînin ku hemû pêkhate bi selametî dijîn û yekbûna me li vir nîşan dide. Xetereya herî mezin Tirkiye ye û divê cîhana rojava van rastiyan bibîne û sînorekî ji terora Tirkiyê re deyne."

Xalid Himêdî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di şer û aştiyê de em bi hev re ne û tu cudahî di navbera pêkhateyan de tune ye.”

(jo)

ANHA