‘Em bi serbestî li ser axa xwe dijîn, em ê xwestekên Erdogan bikin xeyal’

Şêniyên Kobanê bi boneya 4’emîn salvegera rizgarkirina kantona Kobanê keyfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Em gelek keyfxweş in ku vegeriyan ser axa xwe û îro jî bi serbestî dijîn. Rast e, Erdogan rojane gefan li me dixwe lê em ê xwesteka Erdogan ji wî re bikin xeyal.”

‘Em bi serbestî li ser axa xwe dijîn, em ê xwestekên Erdogan bikin xeyal’
28 ÇILE, 2019   09:28

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Di 26’ê Çileya 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, êrîşî kontona Kobanê kir. Lê rastî berxwedaneke mezin a şervanên YPG û YPJ’ê hat. Şervanan êrîşên DAIŞ’ê şikandin û berxwedana Kobanê ji hemû cîhanê re kir mînak.

Şêniyên Kobanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sal vê berxwedanê pîroz dikin. Îsal jî gelên herêmê bi keyfxweşiyeke mezin rizgarbûna Kobanê pîroz kir. Şêniyên Kobanê keyfxweşiya xwe ya ji bo rizgarkirina Kobanê ji ajansa me re vegot.

Şêniyê bi navê Xalid Yaman wiha got: “Dema DAIŞ’ê êrîşî bajarê me kir, dewleta Tirk jî piştgirya wan kir. Lê şervan û gelê me li kêleka hev sekinîn û çete tune kirin. Piştî ku Kobanê rizgar bû, gelê me vegeriya bajarê xwe û careke din bajarê xwe ava kir. Salvegera rizgarbûna Kobanê ji me re bû cejn û dîrok.”

Xalid di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan çeteyên herî qirêjî di Kobanê de tune kirin, eger careke din terorîst bixwazin warê wan dagir bikin, dê dîsa wan tune bikin.

Her wiha şêniya bi navê Xezal Mislim Elî jî keyfxweşiya xwe bi van gotinan rave kir: “Dema ku çete ketin bajarê Kobanê, em koçberî Bakurê Kurdistanê bûn. Me pir zehmetî kişand, lê her tim îradeya me, em careke din vegerandin bajarê me. Dema em vegeriya bajarê xwe min hinek ji axa xwe xwar, ji ber ku tiştek ji axa mirov şirîntir tune ye.”

Şêniyê bi navê Mislim Hesen diyar kir ku ew gelek keyfxweş in ku vegeriyane ser axa xwe û îro jî bi serbestî dijîn û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Rast e, Erdogan rojane gefan li me dixwe, em ê vê xwesteka Erdogan ji wî re bikin xeyal. Ji ber ku îradeya me ji gefên wî xurttir e. Çi ji me were xwestin em amade ne bikin.”

(bm)

ANHA