Salek di ser komkujiya Gobelê re derbas bû

Salek di ser bombebarana balafirên dagirkeriya Tirkiyê û pêkanîna komkujiya gundê Gobelê yê navçeya Şêrawa a kantona Efrînê re derbas bû. 18 kes ji koçberan bûn qurbanî û ji ber dijwariya bombebaranê gelel cenaze nehatin dîtin.

Salek di ser komkujiya Gobelê re derbas bû
Salek di ser komkujiya Gobelê re derbas bû
Salek di ser komkujiya Gobelê re derbas bû
Salek di ser komkujiya Gobelê re derbas bû
Salek di ser komkujiya Gobelê re derbas bû
Salek di ser komkujiya Gobelê re derbas bû
28 ÇILE, 2019   07:40

XENDÎ ELO / EFRÎN

Di 20`ê meha Çileyê ya sala borî de artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê dest bi êrîşkirina li ser kantona Efrînê kir û her tişt; kevir, mirov û dar wêran kirin.

Dagirkeriya dewleta Tirk zêdetirî 6 komkujî li Efrînê pêk anîn, bi dehan sivîl, zarok û jin bûn qurbanî, komkujiyeke herî hovane jî li gundê Gobelê pêk hat.

Di sibeha 28’ê Çileya sala borî de gundê Gobelê yê navçeya Şêrawa kete ber bombebarana balafirên dewleta Tirk, komkujiyek bi ser malbata Kino de pêk anîn.

Di serî de hat diyarkirin ku 8 sivîl ji malbata Kino a penaber ji gundê Kiştearê koçî gundê Gobelê bûbû, dema gundê Keştear kete bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk, piştî wê hejmara şehîdên sivîl bû 18 û ji ber dijwariya bombebarana balafirên dewleta Tirk, cenazeyên hin şehîdan nehat dîtin.

(dh)

ANHA