ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-01-2019
27 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrazorê cenazeyê 5 şervanên QSD‘ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn oxir dikin. Şêniyên herêma Reqayê cenazeyê 3 şehîdan li goristana gundê Hikûmiyê vedişêrin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya salvegera 4‘emîn a rizgarkirina kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê şahiyekê li Qada Şehîd Egîd li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca nirxandina rewşa siyasî û leşkerî YPG‘ê û malbatên şehîdên ên navçeya Girkê Legê civînekê li navenda Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Balafirên artêşa Tirk a dagirker wek vê rojê perestgeha Eyn Dara ya dîrokî rûxand. Perestgeh di lîsteya UNESCO`yê de wek girîngtirîn şûnwarên dîrokî hatiye rêzkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di şerên li kolanên bajarê Kobanê yên dawiya sala 2014‘an de ku ji sê aliyan ve hatin kirin piraniya taxên bajêr hatin wêrakirin, piştî rizgarkirinê şênî yekser xebatên jinûve avakirina dane destpêkirin, di vê dîmenê de em ê balê bikşînin ser wêrana ku li bajarê rûdaye û rewşa piştî 4 salan û vir de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Tûrîzim û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên sererastkirina deverên dîrokî ku di encama kiryarên DAIŞ‘ê hatibûn wêrankirin, wekî mûzexane, sûra Reşîd, Bab Bexda û hin deverên dîtir didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Reqayê piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman û gotin aliyên derve li paş bûyerên dawîn ku li herêmê rû dane disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Serokê Tirkiyê bi mijara "Herêma bi ewle" li Sûriyê di îqnakirina Serokê Rûsiya de bi serneke, ji ber wê li berbijerkên nû digire. Niha jî behsa lihevkirina Adanayê bi rêjîma Sûriyê re dike. Ji aliyekî din ve perlamantera Iraqê dosyaya avakirina hikumetê heya biharê paşde xist. Her wiha têkîliyên Amerîka û Venziwêlayê xeretiyek çidî dijîn. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî bang li partiyên siyasî yên Rojava kir ku hevgirtina xwe ava bikin û got: Partiyên însyatîfa KNK‘ê qebûl nakin xizmeta berjewendiyên derve yên li dijî gelê Kurd dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Elî Kerîmî destnîşan kir ku çalakiyên gel di hemû qadan de belav bibe û got: “Pêwîste hikûmeta Iraqê hevkariya gelê herêma xwe bike û pêwîste pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigre. Hevkariyê dewleta Tirk êdî bila nekin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Yekîtiya Jinên Ciwan li herêma Dêrikê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyê dide, saet 12:00. Rêxistina Kongreya Star a navçeya Amûdê li dijî tecrîdê û bi ji bo piştgiriya parlamantera Kurd Leyla Guven meşekê li dar dixe, meş ji qada Şehîdan destpê dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di destanek lehengî de ku mîna wê tune ye, şervana YPJ`ê û Hêzên Antî Trorê Avesta Xabûr li dijî êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê çalakiyek fedayî pêk anî û ji beden û giyanê xwe bendek asê ava kir. Avesta bi çalakiya xwe Berxwedana Serdemê derbasî qonaxek nû ku. Ew jî serkeftin dê bi giyana fedayî be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên ji Reqayê avakirina herêma ewle bi sponseriya Tirkiyê red kir. Jinan bang li dewletên cîhanê û Meclisa Ewlehiyê kir ku dewleta Tirk li ser komkujiyên wê li Efrînê û herêmên dagirkirî muhesebe bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Tenduristiyê ya taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi merasîmekê nuqteyeke tenduristiyê li taxê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çêrandina sewalan bi hilberînên çandiniyê yên genim û ceh dema nû şîn dibin, yek ji rêbazên tunekirina kurmê spî û xurtkirina kokên hilberînê ya herî kevin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA