Avesta Xabûr... bendeke asê li hember dagirkeriya Tirk

Di destanek lehengiyê de ku mîna wê tune ye, şervana YPJ`ê û Hêzên Antîterorê Avesta Xabûr li dijî êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê çalakiyeke fedayî pêk anî û ji beden û giyanê xwe bendek asê ava kir. Avestayê bi çalakiya xwe Berxwedana Serdemê derbasî qonaxeke nû kir.

Avesta Xabûr... bendeke asê li hember dagirkeriya Tirk
Avesta Xabûr... bendeke asê li hember dagirkeriya Tirk
Avesta Xabûr... bendeke asê li hember dagirkeriya Tirk
Avesta Xabûr... bendeke asê li hember dagirkeriya Tirk
Avesta Xabûr... bendeke asê li hember dagirkeriya Tirk
Avesta Xabûr... bendeke asê li hember dagirkeriya Tirk
Avesta Xabûr... bendeke asê li hember dagirkeriya Tirk
Avesta Xabûr... bendeke asê li hember dagirkeriya Tirk
27 ÇILE, 2019   07:07

FÎDAN ABDULLAH / EFRÎN

Piştî derbasbûna hefteyekê di ser Berxwedana Serdemê re ku çirûska wê di berxwedana Kobanê de amade bûbû, şewq û ronahiya wê roj bi roj bi xwîna ciwanên wê yên fedayî zêde bû. Şervanan di dirêjahiya 58 rojan de destanên lehengiyê li dijî stamkarê serdemê û terorîstên wê nivîsandin. Di şeva 7’an de Avesta Xabûr bi çalakiya xwe ya fedeyî ji xaka aştiyê ber bi asîmanên azadiyê ve firiya.

Avesta Xabûr kî ye?

Avesta Xabûr bi rastnav Zelûh Hemo di sala 1998`an de li bajarê Helebê ji dayik bûye. Ji navçeya Bilbilê ya girêdayî kantona Efrînê ye. 4 xwişk û 3 birayên wê hene û ew jî ya mezin e. Navê bavê wê Ehmed Ehmo û dayika wê Emîne ye.

Avesta li taxa Şêxmeqsûd a Helebê zarokatiya xwe derbas dike. Bi destpêkirina çirûska aloziya Sûriyê, malbata têkoşer Avesta neçar dimîne koçberî Şamê bibe. Ji ber ku di rewşên şer û wêraniyê de mezin bûye, zarokatiya wê gelek zehmet û dijwar bû.

Ji ber ku Avesta xwedî giyanekî berpirsyar bû, di temenekî biçûk de alîkariya bavê xwe di werşeya dirûnê de dike da ku pêşeroja malbat, bira û xwişkên xwe ava bike bêyî ku bi pêşeroja xwe mijûl bibe.

Avesta li ber dilê hemû kesên ku pê re danûstandin kiriye heya roja me ya îro, helwest û kêliyên xweşik xêr kiriye. Dilpak û giyanşad bû. Li gorî ku malbatê bi bîr xistiye, tevgerên wê ne mîna tevgerên zarokan bûn, ji ber ku têgihiştî û cidî bû.

Giyanê şoreşgerî li gel Avesta ji biçûkahiya wê ve pê re mezin dibe.  Xalê wê şervanekî Hêzên Parastina Gel (HPG) bû û di salên 1990’î de şehîd ketiye. Her tim Avesta ji malbatê re digot ew ê çeka xalê xwe rake û tola gelê Kurd ê bindest hilîne.

Piştî dijwarbûna êrîşan li Şamê, malbat vedigere gundê xwe Bêlê li kantona Efrînê. Avesta li wir tevgerê nas dike û tev li nav refên şoreşa Rojava dibe. Avesta fikrên Ocalan, çîrokên berxwedanê yên şehîdên şoreşê dixwîne û şehîd Bêrîtan bandorê lê dike. Ji ber ku rewşa aborî ya malbata Avesta gelekî dijwar bû û ji ber nepeydabûna kar, malbat biryar dide ku ji Sûriyê derkeve.

Dema Avesta wê biryarê dibihîze, hêrs dibe, li dijî biryara malbatê derdikeve û koçberiyê red dike.

Di nav refên YPJ`ê de wateya rastîn a jiyana azad nas dike

Ji wir giyanê şoreşgerî li gel Avestayê zêde mezin dibe û di sala 2014`an de tev li YPJ`ê dibe. Ji ber ku nêrîna wê ji jiyanê re ji ciwanên bi temenê wê cudatir bû. Biryar dide ku jiyaneke azad bi wateya wê ya rastîn bijî.

Avesta bersiva pirs û nakokiyên xwe di nav refên YPJ`ê de dibîne. Tev li dewreyên perwerdeyê yên fikrî û leşkerî dibe û di Hêzên Antîterorê de dibe şervan. Asoyên xwe bi tevlêbûna nav refên şoreşê bi rêya sûdwergirtina ji jiyana şoreşgerî berfireh dike.

Tevî şarezahî û sifatên Avestayê yên şoregerî, xwedî dengekş zîz û xweş bû. Avestayê di tevahiya bone û şahiyan de, stranên şoreşê û welatparêziyê distra û şervan hemû li dora wê kom dibûn.

Têkoşer Bêrîtan bandorê lê dike û li ser şopa Arîn Mîrkan çalakiya fedayî pêk tîne

Avesta Xabûr tev li Berxwedana Serdemê ya kantona Efrînê dibe. Li gundê Hemamê yê ku rastî hovatirîn êrîşan hatiye, cih digire. Avesta dema şer di navbera şervanan û artêşa Tirk a dagirker de di 27`ê Çileya 2018`an de dijwar dibin, bi bombeya destan xwe bi tankeke artêşa Tirk ve diteqîne û tevahiya endamên artêşê tevî tankê tune dike.

Tê bibîrxistin ku şehîd Avesta beriya şehadeta wê bi 3 mehan ve bi rêya vîdeoyekê stranek diyarî dayika xwe kiribû. Ew bîranîna dawîn a ku ji dayika xwe re hiştîbû, beriya ku çalakiyê pêk bîne. Di vîdeoyê de kêfxweşiya xwe bi tevlêbûna şoreşê tîne ziman. Dengê kena wê di dawiya vîdeoyê de asta bilindbûba morala wê diyar dike. Ji ber ku gelek dilovan bû, di vîdeoyê de xwe rexne dike ji ber ku ji ber dijwarbûna şer di eniyên pêşîn de nikare dengê xwe bigihîne dayika xwe.

Avestayê Berxwedana Serdemê derbasî qonaxeke nû kir

Avesta Xabûr bi çalakiya xwe ya fedayî û giyanê xwe yê qehremanî, serdema berxwedanê vegerand bîra hemûyan. Bi çalakiya xwe li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro dîrok, piştî salekê ji pêkanîna çalakiyê, berxwedana wê li tevahiya cîhanê nivîsand. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qehremaniya wê israra sekinandina li hemer êrîşên Tirkiyê li ser herêmê wergirt. Avesta Berxwedana Serdemê derbasî qonaxeke nû kir.

Yekemîn goristan bi navê wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê di 31`ê Çileya 2018`an de goristana şehîdan bi navê şehîd Avesta Xabûr ji bo bîranîna fedakariya wê vekir. Goristan bi sedan şehîdên Berxwedana Serdemê yên sivîl û leşker hembêz kirin. Bi sedan dewreyên perwerdeyê yên leşkerî û fikrî bi navê têkoşer Avesta Xabûr hatin vekirin. Bi dehan malbatan navê têkoşer Avesta Xabûr li keçên xwe kirin.

Dagirkeriya Tirk lawazbûna xwe careke din li hember Avesta Xabûr nîşan da

Di binpêkirineke hovane de ji nirx û rêgezên mirovahiyê, artêşa Tirk a dagirker di 12`ê Tebaxa 2018`an de Goristana Şehîd Avesta Xabûr a li nêzî navenda bajarê Efrînê hate avakirin, bi trekan rûxand.

(şx)

ANHA