Li Şêledizê sivîlekî din şehîd bû

Di encama êrîşa leşkerên Tirk û balafiran de, li Şêledizê 2 kes bûn û 6 jî birîndar bûn.

Li Şêledizê sivîlekî din şehîd bû
26 ÇILE, 2019   20:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li dijî xwepêşandana gel a li Başûrê Kurdistanê welatiyên sivîl gulebaran kir û di encam welatiyek şehîd ket û 6 kes jî birîndarbûn.

Piştî leşker reviyan balafirên artêşa Tirk bi nizmî li ser Şêledizê re firiyan. Ji ber zêdehiya dengê balafiran welatiyek din ku nexweşiya dil pêre hebû jiyana xwe ji dest da.