Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê êrîşî gundên rojavayê Minbicê kirin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ji sibehê heta niha 5 caran êrîşên gundên bakur û bakurê rojavayê bajêr kirine.

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê êrîşî gundên rojavayê Minbicê kirin
26 ÇILE, 2019   20:40

MINBIC

Li gorî nûçeya malpera fermî ya Meclisa Leşkerî ya çeteyên koma "Mertala Firatê" ya girêdayê dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibeha heya niha 5 caran êrîşî gundê bakur û bakurê rojavayê Minbicê kirin.

Çeteyên koma "Mertala Firatê" gundên Sikeriya Mezin, Heloncî û Mehsenê kirin hedef.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyan bi çekên giran û navîn êrîşî nuqteyên hêzên wan û gundên li ser xeta Sacûrê kirin.