Aştiya navxweyî û rewşa heyî mijara panela li Dêrikê bû

Rêxistina Lêkolînên Civaka Sivîl û Pêşxistinê (IMPACT) bi mijara aştiya navxweyî û rewşa heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek li Hola Rozana ya bajarê Dêrikê li dar xist.

Aştiya navxweyî û rewşa heyî mijara panela li Dêrikê bû
Aştiya navxweyî û rewşa heyî mijara panela li Dêrikê bû
Aştiya navxweyî û rewşa heyî mijara panela li Dêrikê bû
26 ÇILE, 2019   19:28
Suzan İraz

QAMIŞLO

Pisporên di warê qanûn de, çalakvanên Sûriyê, nûnerên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – Rojava, Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtî û endamên Navenda Diyalogên Sûrî-Sûrî di panelê de amade bûn.

Di panelê de mijar hatin nîqaşkirin "Pêşketinên dawî yên herêmî û navdewletî girêdayî pêşerojêa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyalogên navxweyî ‘Kurdî-Kurdî û Kurdî –Erebî‘ di çarçoveya xebateke ji bo piştgiriya aştiya navxweyî, ferzendên aborî û geşkirinê, mekanîzmeya pêkanîna prensîpên birêvebirina baş û ya zelal, xîtaba nefrtê û rola ragihandina ya rast û ya çewet"

Girêdayî mijarê Rêveberiya Rêxistina IMPACT‘ê li Bakur û Rojhialtê Sûriyê Ezîz Kars ji ajansa me re axivî û got" Armanca ji vê panelê bidawîanîna nakokiyên di navbera Partiyên Kurdî de da ku ji bigihêjin çareyeke ku dikeve xizmeta gelê kurd û nûnertiya doza Kurdan di qadên navdewletî de bike, bi taybet piştî gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û biryara Amerîka ya vekişandina ji herêmê."

Endamê KNK -Rojava Silêman Ilyas jî teqez kir ku goftûgo gaveke baş ji bo yekrêziya refa kurdî ye, nemaze li gel gefên Tirkiyê li ser herêmê hene. Her wiha ji bo pêkanîna diyalogan ku bike ximeta gelê Kurd.

(dh)

ANHA