`Kesê bû sedema koçberbûna gelê Sûriyê nabe bibe sponserê ewlehiyê`

Şêniyên herêma El-Sehlebiye avakirina herêmek ewle li Sûriyê bi sponseriya Tirkiyê red kir. Şêniyan banga xurtkirina rola danûstandina Sûrî-Sûrî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê kir.

`Kesê bû sedema koçberbûna gelê Sûriyê nabe bibe sponserê ewlehiyê`
26 ÇILE, 2019   19:07

REQA

Meclisa Têkîliyên Giştî ya herêma Reqayê îro ji şêniyên herêma El-Sehlebiyê re ya gundewarê Reqayê ya rojava, civînek orgenîze kir.

Civîn bi armanca nîqaşkirina geşedanên dawîn ên siyasî û leşkerî ku li ser qada Sûriyê rû didin, lidarket. Bi sedan şêniyên herêmê di nav de şêx û rûspiyên êlên herêmê, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li civînê bûn.

Di nîqaşan de beşdaran teqez kirin ku ew avakirina herêmek ewle bi çavdêriya Tirkiyê red dikin. Her wiha diyar kirin ku Erdogan bû sedema koçberbûna bi hezaran gelê Sûriyê û ew wek sponserê ewlehiyê nayê qebûlkirin.

Girêdayî dannûstandina Sûrî-Sûrî ji bo gihaştina çareseriya aloziya Sûriyê, beşdaran gotin danûstandin misogerê çareseriya Sûrî ye beyî mudexeleya aliyên derve.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ristem Amûdê got, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fedekariyên hêzên leşkerî di nav ewlehî û aramiyê de ne.

Ristem Amûdê destnîşan kir ku Tirkiyê bi armanca vegerandina dîroka Osmanî û pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê, herêmên Sûriyê dagir dike.

Di dawiya civînê de beşdaran piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hemberî gefên dagirkeriya anîn ziman.

(şx)

ANHA