Siko banga piştgiriya bi serhildana gelê Başûr re kir

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê Ebdulkerîm Siko bang li hemû partiyên Kurdî kir ku piştgiriyê bidin serhilada gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê.

Siko banga piştgiriya bi serhildana gelê Başûr re kir
26 ÇILE, 2019   18:46

AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hedefgirtina balafirên artêşa Tirk a dagirker herêmê û sivîlan, şêniyên bajarokê Şêledizê yê Başûrê Kurdistanê bi keviran êrîşî bargeha artêşa Tirk a dagirker li Sîrê kir. Xwepêşanderan agir bi wesayîtên bargehên xistin.

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Dr.Ebdulkerîm Siko li ser mijarê ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman: "Îro roja rûmetê li Başûrê Kurdistanê ye. Em berxwedana gelê Başûrê Kurdistanê li dijî bargehên dagirkeriya Tirkiyê silav dikin."

Siko got "Divê Erdogan baş bizanibe ku Kurd bi doza xwe ve girêdayî ne, her ciqas berdêl giran be û dagirkeriyê li ser xaka xwe qabûl nakin."

Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku rojên dagirkeriya Tirk li xakên Kurdistanê hindek mane û anî ziman çawa planên wê li Rojava têk çûn wê li tevahiya xaka Kurdistanê têk biçin.

Di dawiyê de sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê Dr.Ebdulkerîm Siko bang li tevahiya partiyên Kurd kir ku piştgiriya gelê Başûrê Kurdistanê di serhildana wan de li dijî dagirkeriyê bikin.

(şx)
ANHA