PYD: Berxwedna Kobanê bû pêngaveke dîrokî ji bo Kurdan

Meclisa Giştî ya PYD`ê bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê, soza bilindkirina têkoşînê da heta ku Erfîn û hemû axa Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bibe.

PYD: Berxwedna Kobanê bû pêngaveke dîrokî ji bo Kurdan
26 ÇILE, 2019   14:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 4`mîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek weşand.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê pîroz kir û hemû şehîdên berxwedanê bi bîr anîn. PYD`ê soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Meclisa Giştî ya PYD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hişmenidya berxwedanê û vîna dîrokî ku li Kobanê derket, bû pêngaveke dîrokî di dîroka gelê Kurd û hêzên demokratîk de. Dikare bê gotin ku dîrok êdî bû du beş, berî û piştî berxwedana Kobanê. Vê berxwedanê bandoreke mezin ji bo bilindbûna şoreş û berxwedana gelê Kurd û gelên herêmê çêkir. Serkeftina Kobanê rê ji bo hevpeymanên navdewletî li dijî vê metirsiya cîhanê vekir û ji bo piştgiriyeke mezin ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re rê vekir.

Ji wê demê şûn de cîhan hemû dibîne ku rêxistina terorê têk diçe. Lewma em bi serkeftina berxwedana Efrînê bawer in, her wiha di vê demê de ku DAIŞ li ser destê şervanên QSD`ê di rojên xwe yên dawîn de ye, em di wê baweriyê de ne ku dê di aloziya Sûriyê de rêyên çareseriyê vebin û tevahiya gelên Sûriyê bi ser bikevin û li ser nimûneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bakur û Rojhilatê Sûriyê, sîstema xwe ya demokratîk û nenavendî ava bike.”

(k)

ANHA