Şêniyên Qinê: Em ê şopdarên Leyla Guven û Nasir Yagiz bin

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya Leyla Guven û Nasir Yagiz, Kongreya Star meşeke girseyî li navçeya Qinê li dar xist. Meşvanan diyar kir ku dê şopdarên rêya wan bin.

Şêniyên Qinê: Em ê şopdarên Leyla Guven û Nasir Yagiz bin
Şêniyên Qinê: Em ê şopdarên Leyla Guven û Nasir Yagiz bin
Şêniyên Qinê: Em ê şopdarên Leyla Guven û Nasir Yagiz bin
Şêniyên Qinê: Em ê şopdarên Leyla Guven û Nasir Yagiz bin
Şêniyên Qinê: Em ê şopdarên Leyla Guven û Nasir Yagiz bin
Şêniyên Qinê: Em ê şopdarên Leyla Guven û Nasir Yagiz bin
Şêniyên Qinê: Em ê şopdarên Leyla Guven û Nasir Yagiz bin
26 ÇILE, 2019   13:47

KOBANÊ

Kongreya Star îro li navçeya Qinê ya Kobanê bi diruşma ‘Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi serok Apo re azad bijîn” bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven û Nasir Yagiz meşek li dar xist. Bi  sedan şêniyên navçeyê, sazî û dezgehên civakî û partiyên siyasî tev li meşê bûn.

Di meşê de alên YPG, YPJ, PYD, Kongreya Star, wêneyên Ocalan, ên Leyla Guven û Nasir Yagiz, her wiha pankartên ‘Berxwedana Leyla Guven berdewam bikin, serok Apo azad bikin û dengê hevrê Leyla Guven dengê me ye’ hildan.

Meş ji Çerxerêya Hemdaş a ku dikeve navenda navçeya Qinê dest pê kir û heta çerxerêya navenda navçeyê berdewam kir. Meş li wir veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endama Koordînasyona Kongreya Star Almaz Romî berxwedana Leyla Guven silav kir û wiha got: “Em wek Kongreya Star tecrîda li ser rêber Apo şermezar dikin. Dewleta Tirk, kesên ku qala azadiyê dike, binçav dike. Îro divê jin hemû rabin ser pêyan û berxwedanê xurt bikin. Me soz daye em wek jin û gelê Kurd tu car dest ji berxwedanê bernedin heta serok Apo azad bibe.”

Rêvebera meclisa PYD’ê ya navçeya Qinê Kewser Silêman jî wiha got: “Em hemû çalakvanên ku ketina greva birçîbûnê, silav dikin û di kesayeta Leyla Guven û Nasir Yagiz de çirûskên berxwedana Amedê dibînin. Tecrîda li ser rêber Apo tê wateya berdewamkirina komploya navneteweyî. Em wek gelê kantona Kobanê vê komployê şermezar dikin û piştgiriya kesên di çalakiyan de dikin. Bila dewleta Tirk me nexapîne û em bi lîstokên qirêjî nexapin, ji ber ku me felsefeya rêber Apo xwendiye.”

Mitîng bi dirûşmên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.

(şm-de/bm)

ANHA