Projeyên nû yên Şaredariya Gel a Dirbêsiyê

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê hewl dide gelek projeyên xizmetguzariyê ji şêniyên navçeyê re pêşkêş bike. Ji wan projeyan yek jî, projeya avakirina geraca kamyonên mezin e.

Projeyên nû yên Şaredariya Gel a Dirbêsiyê
26 ÇILE, 2019   10:43

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Şaredarî ji girîngtirîn saziyên xizmeguzariyê têne hesibandin. Ji bo pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re û pêkanîna projeyên ku bajar û navçeyên girêdayî wê bi pêş dixin, dixebitin.

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li Bakurê Sûriyê, hewl dide gelek projeyan di vê salê de pêk bîne. Avakirina geraca kamyonên mezin ji bo sivikkirina aloziya trafîkê di hundirê navçeyê de, ji girîngtirîn wan projeyan e.

Cîgira Hevserokatiya Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Mizgîn Şêxo destnîşan kir ku ew ê xebatên sererastkirin û qirkirina rêyên ku sala borî bi dawî nekirine, bidomînin.

Ji kolanên ku şaredarî hewl dide qîr bike, kolana El-Hîzam e û sererastkirina kolanên rojava û rojhilat.

Mizgîn diyar kir ku ji girîngtirîn projeyên ku hewl didin pêk bînin, projeya avakirina geraca kamyonên mezin e.

Şaredariya Gel li ser bangewaziyên şêniyan ji bo rakirina çopa li ber deriyê têketina navçeyê, şaredariyê cihek li gundê Berkevirê yê girêdayî navçeyê bi lêçûna 33 milyon lîreyên Sûriyê diyar kir.

Di dawiyê de Mizgîn bang li şêniyan kir ku dema pirsgirêk di xebatên şaredariyê de derkevin, serî li şaredariyê bidin û wiha got: "Ji aliyê xwe ve li gorî derfetan em ê girtekên pêwîst bigirin."

(şx)

ANHA