Eyşe Hiso: Planên Tikiyê li Kobanê têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçin

Hevseroka PYD ‘ê Eyşe Hiso di yekemîn kongreya partiyê ya Qamişloyê de axivî û got: “Berxwedana Kobanê planên dewleta Tirk pûç kir. Çawa ku li Kobanê planên dewleta Tirk têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçe. Bi şerê Efrînê re aboriya dewleta Tirk hat hilweşandin û berxwedanan şêniyên Efrînê niha jî li Şehpayê dewam dike û bi berxwedana xwe planên dewleta Tirk vala derxistin.”

Eyşe Hiso: Planên Tikiyê li Kobanê têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçin
Eyşe Hiso: Planên Tikiyê li Kobanê têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçin
Eyşe Hiso: Planên Tikiyê li Kobanê têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçin
Eyşe Hiso: Planên Tikiyê li Kobanê têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçin
Eyşe Hiso: Planên Tikiyê li Kobanê têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçin
26 ÇILE, 2019   09:48
Suzan İraz

QAMIŞLO

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Rojava (PYD) a bajarê Qamişlo 1’emîn kongreya xwe bi drumşa ‘Bi vîn û rêxistinê, Efrînê rizgarbikin û Sûriyek ne navendî û demokratîk ava bikin’ Kongreya 1’mîn ya li hola Zana ya Qamişlo dest pê kir.

Kongreya bajarê Qamişlo wê li dû beşan bê lidarxistin. Îro kongre li taxa Rojava yê bajarê Qamişlo li ser armanca hilbijartina rêveberan PYD yê navçeyan tê lidarxistin. 

Di kongreyê de pankartên ‘Bi rihê berxwedaniyê, beramberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin’ , ‘Em ê bi berxwedanê şoreşê û destkeftiyan biparêzin”, alên PYD, TEV-DEM û wêneyên şehîdên PYD hatibûn dalaqandin.

Heveroka PYD’ê Eyşe Hiso, berpirsyarên partiyên siyasî, êlên eşîran, oldar û 450 delegeyên ji pêkhateyên  Kurd, Ereb û Suryan tevlî kongreyê bûn.

Kongre bi deqeyêk rêz girtinê despê kir.

‘Hemû dewletên dagirker dijminatiya pergala Netewa Demoqratîk dikin’

Piştre Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso xêratina hemû  kesên hazir kir û wiha got: “Partiya me li ser xwîna şehîdan hatiye ava kirin. Her wiha partiya me hemû pêkhateyan diparêze û himbez dike. Projeya Netewa Demoqratîk li ser esasê jiyana hevbeş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyîn. Li dijî vê projeya demokratîk, hemû dewlet dijminatiya me dikin. Yekperestiya dewletan û netewperestiyan wan projeya me hedef digirin. Ev projeya me li dijî hemû pergalên netewperest disekine.”

Eyşe Hiso di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dijminatiya dewletan ya li hemberî Netewa Demoqratîk di de Efrînê de diyar bû û wiha pê de çû: “Heya niha jî komkujî pêk tên. Jenosayda li ser Efrînê ya ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne hemû dewletên navnetewî li gor berjewendiyên xwe bêdeng dimînin.  Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hemû pêkhate armanc girt. Pêkhateyên ku di şerên DAIŞ’ê de filitîn û li Efrînê  cihek bi ewle dîtin, vê carê jî dewleta Tirk a dagirker komkujî li ser wan pêk anîn.”

‘Planên Tikiyê li Kobanê û Efrînê de têk çûn’

Eyşe Hiso salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê pîroz kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker di şerê Kobanê de her digot Kobanê we bikeve. Lê berxwedana gel û şervanên azadiyê Kobanê rizgar kirin û gotinên wan pûç kirin. Çawa ku li Kobanê planên dewleta Tirk têk çûn, dê li Efrînê jî têk biçe. Bi şerê Efrînê aboriya dewleta Tirk hat hilweşandin û berxwedanan şêniyên Efrînê niha jî li Şehpayê dewam dike û bi berxwedana xwe planên dewleta Tirk vala derxistin.”

‘Armanca dewleta Tirk ji herêmek ewle re pêkanîna jenosaydê ye’

Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de  bal dişand ser şerê li herêmê û wiha got: “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn xurtir dibe. Dewletên dagirker dixwazin li Rojhilata Navîn xwe mîsoger bikin û naxwazin tu aramî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk were. Dewlet hemû baş dizanin ku projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk were dê çareseriyê pêk bîne. Armanca dewleta Tirk ji herêmek ewle re pêkanîna jenosaydê li ser gelê Kurd e. Em jî ji dagirkeran re dibejin ku em ê bi vîna gel û hêza deskeftî û şoreşa xwe biparezin.”

Kongre bi xwendina nameyên partiyan dewam dike…

(mk-se/bm)

ANHA