Çeteyên girêdayî Tirkiyê li hêzên Rejîmê dan

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşî navendên hêzên rêjîma Sûriyê yên li gundewarên başûrê Idlibê ku dikevin nava herêmên bê çek, kirin. Her wiha hat ragihandin mûşek li herêm barandin.

Çeteyên girêdayî Tirkiyê li hêzên Rejîmê dan
26 ÇILE, 2019   09:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan diyar kir ku komên çete şevê din navendên hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên alîgirên wan li aliyê El-Selûmiyê, Şem El-Hewa yên gundewarn başûr- rojhilatê Idlibê ku dikevin nava herêmên bê çek, bi mûşekan kirin hedef.

Hêzên rêjîma Sûriyê jî herêmên derdora El-Letamne, Etşan û Hesraya yên gundewarn bakur – bakur rojhilatê Hemayê kirin hedef.

Topbarana rêjîma Sûriyê li ser gundê El-Cîsat û Tel El-Sexir ên gundewarên bakurê Hemayê, Cisir Beyt Ras û El-Hiwîz ê Sehil El-Xab ê gundewarê bakur – rojavayê Hamayê ku dikevin nava herêmên bê çek de, topbaran kirin bêyî ku tu agahî derbarê zerarên mirovahî nehatin bidestxistin.

Ajansa SANA`yê ya ser bi Rejîmê got yekîneyên artêşa wan dema ku komên çete yên nêzî balafirgeha El-Zirayî ya li gundê El-Şerîa yê gundewarê bakurê Hemayê hewl didan ku bi awayekî veşartî derbas bin, vala derxistin, kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Her wiha diyar kir ku yekîneyek din ji artêşê çalakî li dijî baregehên komên çete yên terorîst li derdora gundê Ebû Reîda El-Şerqiye yê gundewarê bakurê Hemayê pêk anî.

(bx/bm)