Milîtan Dêrik: Şoreşa jinê di Kobanê de bi serket

Fermendara YPJ`ê Milîtan Dêrik diyar kir ku berxwedana Kobanê bi pêşengtiya jina ku şerê çeteyên DAIŞ`ê kirî, destpê kir. Berxwedan li tevahiya cîhanê deng veda û bû sedema ku gelek jinên enternasyonalîst tevlî YPJ`ê bibin.

Milîtan Dêrik: Şoreşa jinê di Kobanê de bi serket
26 ÇILE, 2019   07:50

HÊZA HESEN /KOBANÊ

Di Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker bi awayek hovane êrîşî Kobanê kirin. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), li dijî êrîşên hovane berxwedanek lehengî nîşan dan. Berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê 134 rojan dewam kir. Di wan rojan de şervanên jin bi lehengî û fedayetiyê destan nivîsîn. Yek ji wan destanên lehengiyê Arîn Mîrkan a çalakiya fedayî pêk anî, nivîsand.

Piştî berxwedana bêhempa, şervanên YPJ/YPG’ê di 26’ê Çileya 2015’an rizgar kir. Fermendara YPJ`ê Milîtan Dêrik bal kişand ser berxwedana ku YPJ`ê di 4 mehan de li dijî hêzên tarî, dan meşandin û wiha got: “Ew berxwedan bû sedema ku jinên enternasyonalîst tevlî YPJ`ê bibin û çavên cîhanê bikşînin ser xwe.”

Fermendar Milîtan Dêrîk têkoşerên ku di rêya rizgarkirina Kobanê de şehînd bûne bi bîr xist.

Milîtan Dêrik qala rola pêşeng a YPJ`ê di sekinandina li hember êrîşên çeteyên DAIŞ`ê kir û gotinên xwe wiha berdewam kir: “YPJ`ê rolek sereke di şikandina êrîşên çeteyan de lîst. Jinan ji bo rizgarkirina Kobanê û gelê wê çalakiyên fedayî li dar xistin. Berxwedana jin di şoreşa Rojava de tevahiya cîhanê hejand û isbat kir ku jin dikare xak û rûmeta xwe biparêze.”

Her wiha Milîtan da zanîn ku berxwedana YPJ`ê ya li Kobanê, hemû li hevkirinên cîhanî û navdewletî yên di derbarê Sûriyê de pûç kir. Fermendara YPJ`ê Milîtan Dêrik destnîşan kir ku berxwedana YPJ`ê li Kobanê li tevahiya cîhanê bi saya fedekariya şehîdên jin deng veda û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Şehîdên jin bi giyanê xwe pireyek ava kir da ku rê li ber dagirkirina Kobanê bê girtin. Berxwedana me ne tenê berxwedanek leşkerî bû, heman demê de berxwedanek li dijî desthilatdariya desthilatdariya mêr a ku jin ji rolê wê yê civakî dûr xisti bû."

(şx/bm)

ANHA