Kongreya 3`yemîn a PYD`ê li Tirbespiyê bi dawî bû

Kongeya sêyemîn a rêxistina PYD‘ê ya navçeya Tirbespiyê bi hilbijartina rêveberên nû bi dawî bû.

Kongreya 3`yemîn a PYD`ê li Tirbespiyê bi dawî bû
Kongreya 3`yemîn a PYD`ê li Tirbespiyê bi dawî bû
Kongreya 3`yemîn a PYD`ê li Tirbespiyê bi dawî bû
25 ÇILE, 2019   18:00

QAMIŞLO

Bi dirûşme `Bi vîn û rêxistinkirinê em ê Efrîn rizgar bikin û Sûriyeyek nenavendî û demokratîk ava bikin` rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kongreya xwe ya 3`yemîn a navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo li hola Roj a navçeyê li dar xist.

375 endamên partiyê tevî mêvan ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li kongreyê bûn.

Xebatên kongreyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navên hevserokatiya partiyê Şahoz Hesen, Meclisa Malbatên Şehîdan Karker Hesen û Kongreya Star Xalye Eyûb hatin kirin.

Axaftvanan lidarketina kongreyê li endamên partiyê yên navçeya Tirbespiyê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dijminên gel û demokrasiyê hewl didin bi tevahiya şêwazan tecrûbeya neteweya demokratîk a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

Her wiha di axaftinan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi hinceta opozîsyonê mudexeleya Sûriyê kirin, kuştin, milkên sivîlan talan kirin û xaka Sûriyê dagir kirin. Ji ber wê divê gelê Sûriyê li hember dagirkeriyê bisekine da ku çareseriya aloziya Sûriyê misoger bike.

Piştî xwendina peymanên pîrozbahiyê yên ku partiyên siyasî û saziyên sivîl şandibûn, dîwana kongreyê ji 5 endaman hate hilbijartin.

Paşê rapora salane ya xebatên partiyê ya navçeya Tirbespiyê hate xwendin. Piştre derbasî nîqaşê bû û endaman pêşniyarên xwe dan.

Piştî saetan ji nîqaşan deriyê hilbijartinê ji bo hilbijartina Meclisa Rêveberiya Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Tirbespiyê, ji berşdaran re hate vekirin. 12 endam wek meclisa rêveber hatin hilbijartin. Di dawiya kongreyê de endamên ku hatine hilbijartin berdewamkirina têkoşînê û xebatê li gorî rêgezên Partiya Yekîtiya Demokratîk sond xwarin.

(şx)

ANHA