Rejîma Sûriyê meşa li dijî tecrîdê asteng kir û 5 Kurd girtin

Îro şêniyên taxa Zorava ya Şamê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Hêzên rejîma Sûriyê şevê din 2 jê zarok 5 kesên ku amedekariya meşê dikir, binçav kirin û meşa ku îro jî hat lidarxistin, dorpêç kir. Niha jî şênî li taxê kom bûne û daxwaza berdana girtiyan dikin.

Rejîma Sûriyê meşa li dijî tecrîdê asteng kir û 5 Kurd girtin
25 ÇILE, 2019   12:14

ŞAM

Nûçegihanê me ji paytexta Sûriyê Şamê ragihand ku şêniyên taxa Zorava ya girêdayî paytexta Sûriyê Şamê ku piraniya wan Kurd in, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya parlamenter Leyla Guven ku ev 79 roj e di greva birçîbûnê de ye, amadekariyên lidarxistina meşekê kir.

Hêzên rejîma Sûriyê ji bo ku meş neyê lidarxistin, derdora taxê dorpêç kir. Hêzên rejîmê şevê din jî 2 jê zarok 5 kesên ku amedekariya meşê dikir, binçav kirin. Kesên ku hatin binçavkirin, hevserokê Meclisa Taxa Zorava, 2 endamên meclisa taxê û 2 zarokên ji navenda çand û hunerê ya taxê ne.

Nûçegihanê me diyar kir ku niha li taxê rewş aloz e û şêniyên taxê ji ber kiryarên hêzên rejîmê hers bûne. Bi sedan şênî li qada şehîdan a taxê kom bûne û banga serbestberdana girtiyan û lidarxistina meşê dikin. Hêzên rejîma Sûriyê jî derdora çalakgeran dorpêç kiriye û endamên ewlehiyê ber bi taxê ve tînin.

(bx/bm)

ANHA