L rex pira Qereqozaqê 3 mayin hatin îmhakirin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn 3 mayinên ku şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên dagirkeriya Tirk li rex pira Qereqozaq a di navbera herêma Firat û Minbicê de çandibûn, bê bandor kirin.

L rex pira Qereqozaqê 3 mayin hatin îmhakirin
25 ÇILE, 2019   12:33

MINBIC

Bi armanca derxistina tevliheviyê û bêaramiyê û girtina rêya bazirganî û mirovî ya di navbera herêma Firat û herêmên rojavayê Firatê de, şaneyên razayî yên girêdayî dagirkeriya Tirk li rex pira Qereqozaqê ku li ser rêya navdewletî ye, 3 mayin çandin.

Li gorî agahiyên ku şêniyan ji Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Minbicê û hêzên leşkerî re ragihandin, kesên nenas li kêleka pirê mayin çandine. Ji lew re wan hêzan bi lezgînî berê xwe da cihê mayinan û pir ji çûn û hatinê re hate girt. Piştî venêrînê cihê çandina mayinan hate dîtin û tîma pispor kete dewreyê û mayin bê bandor kirin. Piştî mayin hatin bêbandorkirin, rê hate vekirin.

Pira Qereqozaqê yek ji pirên Sûriye yên herî girîng e li ser ava Firatê. Nîvê pirê di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de ji hêla çeteyan ve hate hilweşandin. Piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve di sala 2016`an de, pir ji nû ve hat sererastkirin.

(fr)

ANHA